Aras Şêx Cengî: Heke Lahûr were desteserkirin, Silêmanî dê wêran bibe

21-08-2025
RÛDAW
Nîşan Aras Şêx Cengî Lahûr Şêx Cengî Silêmanî YNK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Birayê Lahûr Şêx Cengî Aras Şêx li ser biryara desteserkirina birayê xwe got,”Heke Lahûr were girtin, Silêmanî dê wêran bibe.”

Aras Şêx Cengî ji Rûdawê re axivî û derbarê hewldana desteserkirina Lahûr Şêx Cengî got, "Heke Lahur were desteserkirin, Silêmanî dê wêran bibe. Pêdiviya Silêmaniyê bi meaşan heye.

Niha Kak Lahûr li Otêla Lalezarê ya li Silêmaniyê ye. Niha pêdiviya Silêmaniyê bi mûçeyan û xizmetguzariyê heye, ne bi livandina hêzan.

Ji ber vê yekê, ne pêwîst e Kak Bafil û Kak Qubad hêzan bilivînin."

Li aliyê din, Aras Şêx Cengî li ser hesabê xwe yê Facebookê daxuyaniyek belav kir û got:

"Di van kêliyan de, hinek rûpel û malperan li ser navê min hin tişt belav kirine. Ez dixwazim bi zelalî ji xelkê Kurdistanê re bêjim, ez her tim li dijî aloziyê û bikaranîna hêza çekdar a ji bo çareserkirina pirsgirêkan bûme.

Ji ber vê yekê, dema ku min îşev bihîst ku YNKya Nû hêz li nav Silêmaniyê belav kirine, ez vî karî wekî karekî nerast dibînim.

Ev yek dê bibe sedem ku Silêmanî û derdora wê bikevin rewşeke nexwestî.

Loma, ez bangî serkirdeyên YNKya Nû dikim ku van hêzan vegerînin baregehên wan, ji ber ku berpirsyariya her encameke nexwestî dê bikeve ser stûyê wan."

Dadgeha Sillêmaniyê biryara desteserkirina Lahûr Şêx Cengî derxistiye û hewl tê dayîn ku Lahûr Şêx Cengî were desteserkirin.

Li gor zanyariyên nûçegihanê Rûdawê yê Silêmaniyê Erkan Elî Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî li gel berpirsên ewlehiyê yên Silêmaniyê re di civînê deye. 

Lahûr Şêx Cengî kî ye?

Sala 1976an li navçeya Koyê ji dayîk bûye.

Biraziyê Sekreterê Giştî yê berê yê YNKyê Celal Talebanî ye.

Sala 1999an du salan bû nûnerê YNKyê yê Tirkiyeyê.

Sala 2013an bû Birêvebirê Dezgeha Zanyarî ya YNKyê û piştî û Dezgeha Zanyarî û Dije Terorê Kurdistanê kir yek dezgeh.

21ê Kanûna Pêşîn a 2019an, di Kongreya 4emîn a YNKyê de bi dengê herî zêde wekî endamê serkirdayetiyê hat hilbijartin.

Di Sibata 2020an de li gel Bafil Talebanî wekî Hevserokê YNKyê hat hilbijartin.

8ê Tîrmeha 2021ê, ji posta Hevserokatiya YNKyê hat dûrxistin.

5ê Çiriya Paşîn a 2021ê, bi biryara Polîtburoya YNKyê ji ji endamtiya YNKyê hat derxistin.

17ê Kanûna Paşîn a 2024an, bi navê Bereya Gel partiyek damezirand.

Di hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê yên sala 2024an de, partiya wî 2 kursî bi dest xistibûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst