Hewlêr (Rûdaw) - Xwişka mezin a Lahûr Şêx Cengî ragihand ku hêzeke ewlehiyê dest daniye ser malên wan ên li gundê Kelkanê.
Di heman demê de Aso Şêx Cengî yê ku di şeva şerê li Silêmaniyê li Otela Lalezarê bû, diyar kir ku ew gihîştiye Bexdayê û jiyana wî ne di metirsiyê de ye.
"Hêzeke ewlehiyê dest daniye ser malên me"
Awaz Şêx Cengiya xwişka Lahûr Şêx Cengî, ji Rûdawê re eşkere kir ku hêzeke ewlehiyê li gundê Kelkanê yê li sînorê Dukanê dest daniye ser mala wan û 3 pasewanên wan hatine desteserkirin.
Awaz Şêx Cengiyê got, "Li gel mala birayê min Aras, dest danîne ser mala min û ya birayê min Dr. Aso jî."
Wê her wiha diyar kir ku ew wekî welatiyeke sivîl û parlamentereke berê, nizane sedema vê biserdegirtinê çi ye û bangî Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku bersiva wan bide bê ka "ew hêz a kîjan alî ye û kî meaşê wan dide."
Li aliyê din, Birêvebirê Polîsê nahiyeya Xidiranê Rêbiwar Badawan ji Rûdawê re got, "Agahiya min nîne ku hêz çûbe gundê Kelkanê."
Medyaya fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) jî li ser zimanê hêzên ewlehiyê daxuyaniyek belav kir.
Li gorî wê daxuyaniyê li Silêmaniyê ti hêzê dest bi tevgerê nekiriye.
Piştî vê daxuyaniyê, Aras Şêx Cengî li ser hesabê xwe yê Facebookê got, "Eger dest nedane ser mala me, bila rê bidin rojnameger biçin gund û wêne û vîdeoyan bigirin."
Birayekî Lahûr Şêx Cengî: Ez gihîştim Bexdayê
Piştî sê rojan ji şerê li Otela Lalezarê, Aso Şêx Cengî jî peyameke vîdeoyî belav kir û ragihand ku ew niha li Bexdayê ye.
Aso Şêx Cengî di peyama xwe de got,"Ez birayê mezin ê Şêx Lahûr im, niha li bajarê Bexdayê me... Cihê min gelekî baş e, jiyana min jî ne di metirsiyê de ye."
Aras Şêx Cengî jî ji Rûdawê re got, "Rast e birayê me Aso gihîştiye Bexdayê û tenduristiya wî baş e."
Her çend di destpêkê de hatibû ragihandin ku Aso Şêx Cengî jî hatiye desteserkirin lê piştre birayê wî Aras ji Rûdawê re ragihandibû ku Aso nehatiye girtin û di dema şerê Lalezarê de karîbû xwe rizgar bike.
Aso Şêx Cengî berê nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê Rûsyayê bû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse