Ofîsa Serokê Hikûmetê: Êrişa li Lalezarê ji aliyê hêzên YNKyê ve hatiye kirin

22-08-2025
Nîşan Lalezar Silêmanî YNK Eniya Gel Lahûr Şêx Cengî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ofîsa Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê got ku aloziyên li Lalezarê pirsgirêkeke di navbera Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Eniya Gel de bûye û agahiya wan jê nebûye.

Îro destê sibehê li mal û baregeha sereke ya Eniya Gel a li nêzîkî Otel Lalezarê ya li bajarê Silêmaniyê di navbera hêzên YNK û hêzên Eniya Gel de şer û pevçûnên dijwar qewimîn.

Paşê Serokê Eniya Gel Lahûr Şêx Cengî û du birayên wî yên bi navê Polad û Aso Şêx Cengî hatin desteserkirin û operasyon qediya.

“Em ne agahdar bûn”

Ofîsa Serokê Hikûmeta (Serokwezîr) Herêma Kurdistanê li ser bûyeran ev daxuyanî da:

“Êrişa şeva borî ya li ser Lalezarê ji aliyê hêzên YNKyê ve hatiye kirin û pirsgirêkeke di navbera YNK û Eniya Gel de bûye.

Serokatiya Hikûmeta Herêmê heta kêliyên dawî yên dorpêçkirin û êrişê ne agahdar bû.

Serokê Hikûmetê ji bo ku şer û pevçûn dernekevin hewlên zêde dan lê mixabin êriş hat kirin û di encamê de kuştî û birîndar çêbûn.

Em ji ber vê bûyerê gelekî dilgiran û xemgîn in û niha, pêwîst e yasa cihê biryarên hizbî û tundiyê bigire û êdî şer û alozî, aramiya Herêma Kurdistanê nexin metirsiyê.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst