Hewlêr (Rûdaw) - Aras Şêx Cengî diyar kir birayê wî Lahûr şer nedaye destpêkirin û got, "Bi 150 Hummer û otomobîlên din ên leşkerî êrişî Lalezarê hat kirin."
Şeva 21ê Tebaxê hêzên ewlehiyê yên Silêmaniyê daxwaz ji Serokê Bereya Gel Lahûr Şêx Cengî kir ku xwe radest bike lê wî ev yek red kir.
Piştî zêdetirî sê demjimêran, pevçûn bi desteserkirina Lahûr Şêx Cengî bi dawî bû.
Aras Şêx Cengî birayê Serokê Bereya Gel Lahûr Şêx Cengî, îro bû mêvanê bultena demjimêr 16:00an a Rûdawê û behsa çend zanyariyên ku heta niha nehatine bihîstin kir.
Heta niha kuştina 5 kesan di pevçûnan de hatiye piştrastkirin, lê Aras Şêx Cengî dibêje, hejmara kuştî û birîndaran ji ya ku tê gotin zêdetir e û got, "Hejmarek çekdar bi dronan hatine lêdan û şewitîne."
Di pevçûnan de gelek çekên curbicur hatin bikaranîn.
Birayê Lahûr Şêx Cengî dibêje, "Di êrişê de zêdetirî 120 dron û 9 tank hatine bikaranîn."
Dezgehên ewlehiyê yên Silêmaniyê doh wêneyek belav kiribû ku tê de 48 çekdarên alîgirên Lahûr Şêx Cengî hatibûn desteserkirin.
Derbarê kesên ku li Lalezarê bûn de zanyariyên cuda dihatin gotin, lê Aras Şêx Cengî ji Rûdawê re got, "Zêdetirî 150 kesî nebûn."
Aras Şêx Cengî derbarê xwe radestkirina birayê xwe Lahûr de got:
"Wî nexwest ku bêtir kes bên kuştin û pêwendî bi berpirsekî ewlehiyê re kir û xwe radest kir."
Piştî desteserkirina Lahûr Şêx Cengî, behsa desteserkirina birayê wî Aso jî dihat kirin.
Aras Şêx Cengî ev gotegot red kir û got, "Birayê min Aso ji doh ve xwe veşartibû û me îro ew dît, nehatiye desteserkirin."
Aras Şêx Cengî daxwaz dike ku Lahûr li Hewlêrê bê darizandin û dibêje, "Em bi Wezareta Karên Derve ya Brîtanyayê û Amerîkiyan re li ser xetê ne."
Birayê Lahûr derbarê rewşa tenduristiya Lahûr de dibêje ku tenduristiya wî baş e û hevjîn û zarokên wî di dema pevçûnê de li wir nebûne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse