Hewlêr (Rûdaw) - Komên çekdar rê li ber ard û mazota ku diçe taxên Kurdan ên li Helebê digirin û peymana ku li gel hikûmeta demkî ya Sûriyeyê hatiye îmzekirin bin pê dikin.
Alîkarê Hevserokê Meclisa Taxên Kurdan a Helebê Ehmed Ebdulah ji North Pressê re axivî û da zanîn ku gelek xalên peymanê, bi taybetî jî xalên sêyem û heştemîn hatine binpêkirin.
Li gorî van xalan, diviyabû çûn û hatina xelkê di navbera taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û taxên din ên Helebê de serbest be û rê li ber kelûpelên sereke neyê girtin.
Di destpêka meha Nîsanê de, Şêwirmendê Rêveberiya Xweser Bedran Çiya Kurd ragihandibû ku di navbera meclisa taxên Kurdan ên Helebê û hikûmeta demkî de peymaneke berfireh a îdarî, ewlehî û xizmetguzariyê hatiye îmzekirin.
"Ji aliyê komên ku ji derve ve tên fînansekirin ve tên astengkirin"
Ebdulah anî ziman ku astengkirina kelûpelan a li ser rêya Dêr Hafirê ku ji bakurrojhilatê Sûriyeyê tê, ji aliyê “komên ku ji derve tên fînansekirin û naxwazin peyman bi ser bikeve” ve tê kirin.
Ebdulah her wiha bangî hikûmeta Şamê kir ku pabendî peymana di navbera Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera û Fermandarê Giştî yê HSDê General Mezlûm Ebdî de hatiye îmzekirin bibe, rê li ber binpêkirinên koman bigire û destûrê bide ku kelûpel derbasî taxên Kurdan bibin.
"Provokasyonên bêhincet"
Ehmed Ebdulah bal kişand ser liv û tevgera leşkerî ya dawî ya li derdora taxan û ew wekî “provokasyonên bêhincet” bi nav kir.
Wî ragihand ku du roj berê di êrişeke bi dronê de li ser xaleke kontrolê ya Asayîşê du endam birîndar bûne.
Ebdulah destnîşan kir ku tevî peymana ku azadiya tevgerê li seranserê Helebê garantî dike, li derveyî taxan welatî tên revandin.
"Komên nenas xelkê direvînin"
Wî got, “Komên nenas xelkê direvînin û dibin cihên nediyar” û tekezî li ser wê yekê kir ku divê Şam dawî li van binpêkirinan bîne.
Alîkarê Hevserokê Meclisa Taxên Kurdan a Helebê da zanîn ku civînên di navbera meclisê û nûnerên hikûmetê yên ku çavdêriya peymanê dikin de berdewam in, lê “bersiva hikûmetê heta niha têrê nake, bi taybetî di derbarê revandina dubare ya welatiyan de.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse