Bavê wî li ber avahiya HDPyê bû, wî gerîlayî li Şirnexê canê xwe ji dest da

21-09-2023
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) –  Gerîlayê HPGyê Ramazan Elîçumuşê ku bavê wî li ber avahiya HDPyê ya Amedê bû, li Şirnexê canê xwe ji dest da.

Operasyona leşkerî ya li gundê Banê yê navçeya Basanê ya Şirnexa Bakurê Kurdistanê û li derdora gund didome.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya got ku di oparasyona wan de gerîlayê HPGyê Ramazan Elîçumuşê bi nasnav Rênas canê xwe ji dest daye.

Li aliyê din, hat diyarkirin ku cenazeyên gerîlayê HPGyê li Basanê hatiye veşartin.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, bavê gerîlayê HPGyê Mehmet Halîl Elîçumuş, 3yê Îlona 2019an li ber avahiya HDPyê ya Amedê dest bi “nobetê” kiriye.

Heta niha HPGyê li ser mijarê ti daxuyanî nedaye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst