Hewlêr (Rûdaw) - Li dadgeha Amedê îro doza kuştina serokê berê yê Baroya Amedê Tahîr Elçî birêve diçe. 3 polîs û kesekî din weke tometbarên kuştina Tahîr Elçî wê bêne darizandin.
Îro Çarşemê 21ê Cotmeha 2020an doza serokê berê yê Baroya Amedê Tahir Elçî 10mîn dadgeha cezayên giran a Amedê saet 10:00ê birêve diçe. Xanima Tahir Elçî, Turkan Elçî jî weke parêzerê stajer beşdarî yekemîn rûniştina dadgeha doza hevjînê xwe dibe.
Di dosyayê de 3 fermanberên polîs û kesekî bi navê U.Y, ku di dema kuştina Tahir Elçî de gule berdane polîsan, weke tohmetbar hatine tomarkirin.
Herwiha di dosyayê de gotinên gelek şahidan, tomarên bêtêlên polîsan yên dema bûyerê, û raporta kesên pispor jî cî digrin.
Tometbarên ku nehatine girtin li dadgehê amade nabin û bi rêya sîstema deng û dîmên beşdar dibin û wê axeftina wan bê wergirtin.
Kolana ku Tahir Elçî lê hatibû kuştin, hejmareke mezin a polîsan lê bûn, Baroya Amedê amaje bi wê yekê jî daye û gotiye, polîsên ku gule berdidan cihê gumanê ne û daxwaza wergirtina gotinên wan kiribûn, lê nehate qebûlkirin, û tenê gotina 15 polîsan weke şahid hate wergirtin.
Roja 28ê Mijdara 2015an, serokê wê demê yê Baroya Amedê Tahir Elçî bû armanca êrîşeke gumanbar, û derdora 5 sal di ser kuştina wî re derbas bûn, lê heta niha encamder nehatine girtin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse