HSD li Tebqayê bi hikûmeta Sûriyeyê re civiya: Girtî hatin berdan

21-10-2025
RÛDAW
Nîşan Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Hikûmeta Sûriyeyê Tebqa
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Komîteyeke leşkerî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li bajarê Tebqayê şandeyeke hikûmeta Sûriyeyê pêşwazî kir.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li ser civînê daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniya HSDyê, di civînê de her du aliyan li ser aloziya li derdora taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê û rêbazên çareserkirina wê bi awayekî aştiyane gotûbêj kirin.

HSDyê da zanîn ku wan wekî "niyeteke baş" hejmarek girtiyên hêzên hikûmeta Sûriyeyê yên ku di dem û cihên cuda de hatibûn girtin, radestî şandeyê kirine.

Di daxuyaniyê de hat tekezkirin ku “HSD her tim xwe dispêre çareseriyên aştiyane, parastina aramiyê û parastina sivîlan a li tevahiya herêman”.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst