Sêwaz (Rûdaw) - Li navçeya Xafikê ya parêzgeha Sêwazê ya Bakurê Kurdistanê di navbera du cîranan de ji ber pirsgirêka erd pevçûn derket û di encamê de kesek hat kuştin.
Bûyer îro li gundekî navçeya Xafikê yê Sêwazê qewimî.
Li gorî agahiyan, Mustafa Çatakê 70 salî ji bo ku mala xwe li ser navê xwe qeyd bike karmendên Birêvebiriya Tapoyê birin gund.
Lê ji ber lihevnekirina li ser sînorê erd, di navbera wî û cîranê wî A.S.yê 69 salî de nîqaş derket.
Bi çekê êrişî cîranê xwe kir
Piştî nîqaşê, pevçûnê dest pê kir û A.S. bi çekê li gule li cîranê xwe reşandin û ji cihê bûyerê reviya.
Mustafa Çatak li cihê bûyerê canê xwe ji dest da.
Li ser agahdarkirinê, tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û wan termê Çatak bi morga nexweşxaneyê.
Hêzên ewlehiyê ji bo desteserkirina A.S. dest bi operasyonê kir.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse