Nêçîrvan Barzanî şandeyeke payebilind a leşkerî ya Îraqê qebûl kir

21-10-2025
RÛDAW
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Artêşa Îraqê Herêma Kurdistanê Pêşmerge
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî şandeyeke payebilind a leşkerî ya Îraqê ya bi serokatiya Sererkanê artêşa Îraqê Ebdilemîr Reşîd Yarellah qebûl kir.

Di civînê de Sererkanê Hêza Pêşmergeyan û berpirsên Wezareta Pêşmergeyan jî amade bûn.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di civînê de hevkariya artêşa Îraqê û Pêşmergeyan a bi Hevpeymaniya Navneteweyî re, pêywendiyên leşkerî û ewlehiyê yên Îraq û Amerîkayê ya di çarçoveya rêkeftina ewlehiyê ya dualî de, metirsiyên terorê û rewşa Sûriye û Rojavayê Kurdistanê hatin gotûbêjkirin.

Li gorî daxuyaniyê, her du alî li ser wê yekê hemfikir bûn ku "DAIŞ hîn jî metirsiyeke rasteqîn e û gefê li ewlehî û aramiya Îraq û Sûriyeyê dixwe".

Nêçîrvan Barzanî di hevdîtinê de ducare kir ku Îraq û Herêma Kurdistanê ji bo "rûbirûbûna gef û metirsiyên terorê û di çarçoveya rêkeftinên ewlehiyê de, hîn jî pêwîstiya wan bi hevkariya û piştgiriya Hevpeymaniya Navneteweyî heye".

Serokê Herêma Kurdistanê her wiha "pesnê rola artêşa Îraqê ya di misogerkirina ewlehî û aramiyê de da" û xurtkirina hevkariya hevbeş a Pêşmergeyan û artêşa Îraqê "bi pêwîst" bi nav kir.

Li gorî Serokatiya Herêma Kurdistanê, Sererkanê artêşa Îraqê derbarê hevkariya di navbera Pêşmergeyan û artêşa Îraqê de got ku niha "di rewşa herî baş de ye" û "pesnê" rola Sererkanê Pêşmergeyan da.

Parastina ewlehiya sînoran û rewşa deriyên sînorî, bi taybetî di navbera Sûriye û Îraqê de, bidawîhatina erkê Hevpeymaniya Navneteweyî yê li Îraqê Îlona 2026an û rewşa piştî wê qonaxê, mijarên din ên civînê bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst