Serokatiya Kurdistanê bersiva tehdîdên serkirdeyê şîe da

21-11-2016
RÛDAW
Nîşan Kurd Kurdistan Pêşmerge Şîe Encumena Bilinda Îslamiya Iraqê Gef
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê, Omêd Sebah daxuyaniyek da û tê de bersiva gotinên serkirdeyê Encumena Bilinda Îslamiya Iraqê Baqir Cebir Solax ên derbarê Hêzên Pêşmerge de da.

 

Berî niha berpirsê encumena bilind ya îslamiya Iraqê, Baqir Cebir Solax ragihandibû ku Iraq xwediyê artêşek bihêz û Heşda Şeibî ye ku ku pir bihêz in û ti sînoran nas nakin.

 

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê, Dr Omêd Sebah di daxuyaniyekê de bersiva wan gotinên Baqir Cebir Solax da.

 

Di daxuyaniyê de tê gotin: “Hejmarek ji dezghên medyaya û torên civakî  daxuyaniyek belav kirine û goya Vaqir Cebir Solax di gotarekê de bi navnîşana Qadimûn Ya Beişîqe (Em Wa Hatin Başîk) gef li Hêza Pêşmerge kiriye û tê de di bersiva hin kesan li ser mana pêşmerge li deverên ku bi destê wan hatine rizgarkirin, gotiye; Me niha artêşeke bihêz û Heşda Şeibî ya bihêz heye û ti sînor û astengî nikarin wan bisekinînin.”

 

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistan dilgiraniya xwe li hember wê yekê tîne ziman û dibêje, zêdebarî derbasbûna çend rojan bi ser wan gotinan, ti daxuyaniyek ji aliyê Encumena Bilinda Îslamiya Iraqê ji bo redkirina wan gotinênin Baqir Cebir Solax nehat dayîn.

 

Serokatiya Herêma Kurdistanê tekezî li ser pêwendiyên dîrokî û kevnar di navbera gelê Kurdistanê û Encumena Bilinda Îslmaiya Iraqê dike û wiha berdewam dike:

 

“Eger Hêza Pêşmerge û wêrekiya wan hêzan naba, hêzên iraqî bi tenê nedikarîn wan serkevtinên ku îro tên dîtin, tomar bikin, Hêza Pêşmerge di vê operasyonên de karî xeta bergiriya terorîstên DAIŞê têk bibe û bû sedem ku operasyona Qadimûn Ya Neynewa berdewam be.”

 

û gelê Kurdistanê peywendiyên dîrok û şoreşgerî di navbera xwe de hene.

 

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê amaje bi wê yekê jî kiriye, ku eger serkirdeyê iraqî bi wan gotinan dixwaze şerekî zalimane li dijî kurdna û Hêzên Pêşmerge bide destpêkirin, bila wê yekê bizane ku kurd natirsin û hewlên wisa weke mînakên berê ji aliyê Kurdan ve werin têkşikandin.

 

Daxuyanî wiha dibêje:

 

“Eger xwediyê wê daxuyaniyê dixwaze bi wan gefên xwe, şerekî zalimane dest pê bike, em tekez dikin ku me di dîroka xwe de gelek mînakên wisa dîtin û gelek dûr nîne, wa dîrok şahidê mînaka Sedam Hisên û çekên wî yên komkuj û cebilxaneya wî ye. Piştî wî jî rêxistina terorîstiya DAIŞê ku hovîtî û hêza wê gelek ji ya Sedam zêdetir e û ew hemû jî li çiyayên bilindên Kurdistanê hatin têkbirin.

 

Gelê me bergirî li şaristaniyê û mirovatiyê dike û her kes eger bixwaze bextê xwe li gel me biceribîne, em dubare dikin ku çiyayên me yên bilind hêj li ser cihên xwe mane.”

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst