Dijî Terora Kurdistanê: Li Hewlêrê 7 DAIŞî hatin girtin

21-11-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Yekîneya Antî-Teror a Kurdistanê ragihand ku 7 endamên DAIŞê li Hewlêrê hatine girtin û radestî hêzên ewlehiyê yên Iraqê hatine kirin.

Di daxuyaniya Yekîneya Dijî Terorê ya Kurdistanê de hat ragihandin, 7 kesên ku bi awayekî çalak di nava DAIŞê de tevdigerin û ji aliyê Hêzên Dijî Terorê yên Iraqê ve biryara girtinê hatibû dayîn, li Hewlêrê hatin girtin.

Li gor daxuyaniyê endamên DAIŞê yên hatine girtin di 20ê Mijdarê de radestî Hêzên Dijî Terorê yên Iraqê hatine kirin.

Hate ragihandin ku endamên DAIŞê yên hatine girtin Ehmed Ebdulkadîr Yunus, Ehmed Feysel Elî Salih, Behaedîn Ebdulcabar Mihemed Selman, Ebdullah Ehmed Îbrahîm Ebdullah, Mihemed Ebdulstar Necm Ebdullah, Mohannad Ewnî, Mahmûd Hesen û Yûnis Mehî Ewad Kazim in.

Daxuyaniya Iraqê

Ji aliyê din ve Berdevkê Fermandeyê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê Yehya Rersûl ragihand ku rêveberên payebilind ên DAIŞê hatine girtin.

Yehya Resûl ji ajansa nûçeyan a Iraqê (INA) re axivî û got ku li gorî rênimayiyên Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar û di encama îstixbaratên bilind û xebatên hevahengiya di navbera hêzên Dije-Terorê yên Iraqê de û Asayîşa Giştî ya Herêma Kurdistanê, 6 serkirdeyên payebilind ên DAIŞê hatin girtin.

Resûl diyar kir ku endamên rêxistina navborî li Bexda û bakurê Enbarê beşdarî çalakiyan bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst