Em hêvî dikin hevkara me Ala Şalî zû baş bibe

21-11-2023
Nîşan Ala Şalî Nexweşî Tora Medyayî ya Rûdawê
A+ A-

Mixabin nûçegihana Tora Medyayî ya Rûdawê û hevkara me ya hêja Ala Şalî nexweş ketiye.

Ala Şalî 15ê Çiriya Paşîna 2023yan hatiye ameliyatkirin û tedawiya wê berdewam dike.

Ala Şaliyê karê rojnamegeriyê tim û tim ji dil û bi heweseke mezin kiriye.

Herwiha bi behremendiya xwe dengê gelê Kurd gihandiye serokên gelek dewletên mezin ên cîhanê. Ji ber vê yekê jî gelê Kurd gelekî jê hez kiriye.

Gelek serokên Ewropa û Kurdistanê ji ber jêhatîbûn û xebatên wê rêzê li Alî Şaliyê digirin.

Hevkara me Ala Şalî xwediya vîn û wêrekiyeke bihêz e.

Em hêvî dikin bi diayên gelê Kurdistanê û alîkariya Xwedê zû ji vê nexweşiyê rizgar bibe, dîsa li jiyana xwe û xebatên xwe yên Rûdawê vegere.

Tora Medyayî ya Rûdawê

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst