Rêveberiya Xweser: Em jinên DAIŞê dadgeh nakin

13-06-2023
Loloxan
Nîşan Rêveberiya Xweser Rojava Kampa Holê DAIŞ Jinên DAIŞê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser ragihand ku ew jinên çekdarên DAIŞê di çarçoveya biryara Rêveberiya Xweser a bo dadgehkirina endamên biyanî yên DAIŞê de dadgeh nakin.

Endamê Desteya Îdarî li Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Xalid Ibrahîm dibêje: “Ti plan li ba me bo dadgehkirina jinên DAIŞê yên li kampan nîne, ji ber em wiha dibînin ku ew ligel zarokên xwe qurbaniyên vî şerê bêserûber in.”

Li gor Xalid Ibrahîm, dibe di demeke nêzîk de dadgehkirina endamên DAIŞê destpê bike.

Ew berpirsê Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê herwiha dibêje, dê Civata Dada Civakî ya Rêveberiya Xweser bi rêya daxuyaniyekê hûrgiliyan derbarê dadgehkirinê de belav bike.

Şemiya borî Rêveberiya Xweser ragihndibû ku wan biryar daye endamên DAIŞê yên girtî li ba wan bên dadgehkirin.

Li gor Rêveberiya Xweser, zêdeyî 10 hezar endamên DAIŞê li ba wan girtî ne ku xelkê 60 welatên cuda ne.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst