Serok Barzanî û Balyozê Îranê tekezî li ser hevbeşiya rêvebirinê li Iraqê kirin

21-12-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Balyozê Îranê yê li Bexdayê Îrec Mescîdî kir û herdu aliyan tekezî li ser prensîbên hevbeşî, lihevkirin û hevsengiya hukumetê li Iraqê kirin.

Serokê Mesûd Barzanî îro Sêşemê 21ê Kanûna 2021an li navçeya Pîrmam a Hewlêrê pêşwazî li Balyozê Komara Îslamiya Îran li Iraqê Îrec Mescîdî kir.

Ofîsa Serok Mesûd Barzanî di daxuyaniyeke nivîskî de derbarê hevîdtinê de ragihand ku ji bo pêkanîna aramî, vejandin û rêvebirina proseya siyasiya Iraqê, tekezî li ser prensîbên hevbeş, lihevkirin û hevsengiya rêvebirina hat kirin.

Li gor daxuyaniyê di beşeke din a civînê de rewşa siyasî û encamên hilbijartina pêşwext a Îraqê û li ser pêngavên nêzîkirina aliyên Iraqî gotûbêj hatin kirin.

Herwiha peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Komara Îslamî ya Îranê û li pêşxistina peywendiyên di warên aborî, bazirganî û kulturî de mijarên din ên hevdîtinê bûn.

Her îro erokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Sêşembê pêşwazî li Balyozê Komara Îslamiya Îran li Iraqê Îrec Mescîdî kir.

Di wê hevdîtinê de hedu alî hevra bûn li ser girîngiya karkirina ji bo parastina aramiya navçeyê û pêşxistina peywendiyên welatên navçeyê li ser bingeha dostayetî û berjewendiya hevbeş, herwiha tekez li ser pêşxistina peywendiyên Herêma Kurdistan û Komara Îslamiya Îranê kirin.

Balyozê Îranê yê li Iraqê Îrec Mescidî bi serdanekê hatiye Herêma Kurdistanê û îro li Hewlêrê di merasima vekirina pêşangeha kalûpelên Îranî de amade bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst