Ebas Eraqçî telefonî Nêçîrvan Barzanî kir

4 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Ebas Eraqçî Îran Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Medyaya Îranê ragihand ku Ebas Eraqçî telefonî Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kiriye.

Medyaya fermî ya Îranê belav kir ku Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî û Nêçîrvan Barzanî "rewşa herêmê" nirxandiye.

Li gorî medyaya fermî ya Îranê, di wê pêwendiya telefonî de pêwendiyên di navbera Komara Îslamî ya Îranê û Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin.

Her du alî li ser dan û standinên aborî û bazirganî û xurtkirina hevahengiyê ya ji bo parastina ewlehiya sînorên hevbeş û têkoşîna li dijî terorê axivîn.

Her wiha her du aliyan qala pêşhatên li herêmê û girîngîdana welatên herêmê ya ji bo xurtkirina aramiyê kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst