Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab ragihand ku Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron li ser xetê bûye.
Dilşad Şehab eşkere kir ku Amerîkî piştgiriyê didin dirêjkirina agirbesta li Rojavayê Kurdistanê û got, "Mezlûm Ebdî û Îlham Ehmed jî ji bo vê mebestê amadebûna xwe nîşan daye."
Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab îro ji Rûdawê re ragihand, "Serokê Herêma Kurdistanê daxwaz kiriye ku agirbest were dirêjkirin û ev yek li cem hemû aliyan biryareke pejirandî ye."
Dilşad Şehab destnîşan kir ku Serokê Herêma Kurdistanê ji bo çareserkirina rewşa Rojavayê Kurdistanê bi berdewamî li gel Amerîkayê di nav pêwendiyan de bûye.
Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab pirsên Rûdawê bersivandin:
Rûdaw: Di civîna Serokê Herêma Kurdistanê û Birêz Mezlûm Ebdî de behsa çi hat kirin?
Dilşad Şehab: Êvara we bi xêr, ez bawer im beriya ku ez behsa naveroka civînê bikim, eger derfet hebe em hinekî vegerin paş û behsa wan hewldanan bikin ku li Herêma Kurdistanê ji bo çareserkirina pirsgirêkan yan jî ji bo xwedîderketina li pirsgirêkên birayên me yên Rojavayê Kurdistanê hebûn.
Her ji wê giringîdana ku Cenabê Serok Barzanî ji bo wê pirsê hebû, pêwendiya berdewam a li gel aliyên pêwendîdar û bi taybetî jî li gel Birêz Mezlûm Ebdî û hemû aliyên din, alîkar bû ji bo çareserkirina vê pirsê.
Her wiha hewl û xebatên Cenabê Serokê Herêma Kurdistanê piştî proseya azadiya Sûriyeyê, piştî ku rejîma berê ya Sûriyeyê rûxiya û hukmekî nû li welêt hat avakirin, karê pêşîn ê Cenabê Serokê Herêma Kurdistanê ew bûye ku ev pirs bi hemû şêweyan pêwendîdar e bi Herêma Kurdistanê ve û rengvedana wê li ser rewşa herêmê bi giştî heye.
Lewma aramî û çareserkirina pirsgirêkên li wir (Sûriye û Rojavayê Kurdistanê) dê rengvedana erênî li ser herêmê hebe.
Hewla berdewam a Cenabê Serokê Herêma Kurdistanê û her wiha pirsa mafên birayên me yên li Rojavayê Kurdistanê û dabînkirina maf û şayîsteyên hemû pêkhateyên Sûriyeyê, ji bo ku welatekî aram û sîstemeke cîgir û bêkêşe hebe, bê guman dê rengvedana wê li ser rewşa me jî hebe.
Di wê çarçoveyê de, di dema borî de bi berdewamî Cenabê Serokê Herêma Kurdistanê li gel aliyên Amerîkî di pêwendiyê de bûye. Ev ji bilî pêwendiyên telefonî û hemû kanalên din ên dîplomatîk ên li gel Amerîkayê ne.
Dîdara dawî ya li gel Birêz Tom Barrack (Nûnerê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê) dîdareke têrujehr bû û demeke dirêj ajot. Tê de bi hûrgilî behsa hemû pirsgirêkan hat kirin, her wiha behsa nêrîna Herêma Kurdistanê ya ji bo çareseriyan hat kirin.
Beriya ku em behsa dîdara îro bikin, rewşek heye ku em di encama van hevdîtinan de hest pê dikin bi rastî bandorê li ser rewşê dike. Ew jî ew e ku gelek caran lihevkirin li ser hinek tiştan heye yan bi qasî ku amadekarî heye ji bo aramkirinê, ew qas jî dibe ku hebûna hinek hêzan ku gelek caran li derveyî wê çarçoveya ku plan jê re tê danîn, li vir û wir bandorê dikin û dibin sedema pevçûnan.
Gelek ji wan pevçûnên ku van rojan rû dane, dibe ku beşek bin ji wan tiştên lokalî ku nehatine girêdan bi biryara navendî ve. Çimkî em hest dikin di navbeynkarî û pêwendiyên ku li gel dewleta Sûriyeyê û birayên me yên li Rojavayê Kurdistanê hene, biryara şerkirinê bi ti awayî nîne û ti alî rêya leşkerî wekî rêyeke guncaw nabîne.
Ew hevdîtina îro ku Birêz Barrack li gel Birêz Mezlûm Ebdî jî li Hewlêrê pêk anî, ew hevdîtin wekî ku di nûçeya we de jî hatibû, Birêzan Mezlûm Ebdî û Îlham Ehmed tê de amade bûn.
Piştî wê pêwendiyeke telefonî di navbera Cenabê Serokê Herêma Kurdistanê û Birêz Barrack de li ser wan pêşhatên nû yên ku hene çêbû ku dubare girêdayî civînê bû.
“Amerîka piştgiriyê dide dirêjkirina agirbestê”
Îca eger em behsa civîna îro bikin, bê guman ev civîn piştî civîna wan birêzan a li gel Tom Barrack û piştî pêwendiya telefonî ya Cenabê Serokê Herêma Kurdistanê (hat rojevê).
Hinek tiştên nû tê de hene, ew jî ew e ku bê guman hemû ew rêkeftinên ku di navbera hikûmeta Şamê û birayên me yên li Rojavayê Kurdistanê de hene, çi ewên ku bi rêkeftina giştî li ser li hev kirine û çi ewên ku li ser nakok in, her wiha çi ewên ku berê îmze li ser hatine kirin, hemû ew komek pêngav in di çend waran de. Eger derfet hebe ez dê bi lez ji we re rave bikim.
Beşek ji wan mijara leşkerî ye û çareserkirina wan pirsgirêkan e. Bê guman ew pevçûnên ku derketine, rawestandina wan biryareke yekalîker e û hemû alî li ser kok in û Amerîka gelekî bi germî piştgiriyê li dirêjkirina wê dike.
Daxwaza Cenabê Serokê Herêma Kurdistanê, yekem ji Birêz Tom Barrack û bi rêya navbeynkariyê ji Birêz Şer re û her wiha li gel birayên me jî ew e ku di bin zexta agirbesteke dem kurt de ku di dema du roj û sê roj û çar rojan de, ti pirsgirêk nayên çareserkirin.
Lewma Cenabê Serokê Herêma Kurdistanê daxwaz kiriye ku dema agirbestê were dirêjkirin û hewl were dayîn hêz di wê demê de werin dûrxistin.
Ji bo ku di bin zexta bikaranîn û gefa çek û encamên şer de ne ti guftûgoyek ser digire û ne biryareke rast jî tê dayîn.
Bê guman heta niha ev biryareke pejirandî ye li cem hemûyan ku em bawer dikin ev yek rê xweş dike ji bo pêngavên bê.
“Em piştgiriyê didin taybetmendiya Rojavayê Kurdistanê”
Ji bo pêngavên bê jî bipêşketin heye. Ew jî ew e ku ew şêweyê ku îdareya me (Kurd), wate herêmên Kurdan li wan cihên ku li Sûriyeyê hene, çawa ew taybetmendiyên wan werin parastin.
Pirsgirêkeke ew qasî mezin li ser têgihiştina li ser vê mijarê nîne û em bi hemû şiyana xwe ve piştgiriyê li wê yekê dikin ku parastina taybetmendiyên gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê dibe sedem ku Sûriyeyeke aram were avakirin.
Bê guman komek îdare hene niha ku ser bi Rêveberiya Xweser ve ne li Rojavayê Kurdistanê, daxwaza wan ew e ku bi awayekî guncaw rêkeftin li ser were kirin û ev îdare bi awayekî berdewamiyê bi karên xwe bidin û pêwendiya fermî ya wan li gel saziyên dewletê hebe, ji ber ku nabe îdareyek bêyî ku li gel îdareyên dewletê (pêwendî hebe) were birêvebirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse