Kurd û Alman ji bo Rojavayê daketin qadan: Me doh parast em dê îro jî biparêzin

2 demjimêr berê
Mey Dost
Xwenîşanderên Kurd / Wêne: Rûdaw
Xwenîşanderên Kurd / Wêne: Rûdaw
Nîşan Kurd Almanya Rojavayê Kurdistanê Sûriye Kobanî
A+ A-

Dortmund (Rûdaw) - Li bajarê Dortmundê yê Almanyayê nêzîkî 3 hezar kesan ji bo piştgiriya Rojavayê Kurdistanê daketin qadan.

Beşeke zêde ya beşdaran, malbat, heval an jî xizmên wan li Kobaniyê hene û bi tirs û ndilgiraniyeke mezin rewşa li wir dişopînin.

“Dora wan girtî ye û ditirsin”

Şêrîn Silojik a ku beşdarî xwepêşandanê bûye, diyar kir ku ew nikare agahiyan ji malbata xwe werbigire û got:

"Ev 6 roj in ez nikarim pêwendiyê bi dê û bavê xwe re deynim. Hîn deng ji Helebê dişînin.

Di wan dengan de dibêjin ku dora me hatiye girtin, em li hundir in û nikarin tiştekî bikin, em di nav tirsê de ne.

Banga min ew e ku ev şerê li ser Kobaniyê bisekine. Êşeke gelekî giran e. Kobaniyê berê têra xwe êş dîtiye.

Gelekî zehmet e; ne av e, ne xwarin e, ne nan e. Dora wan girtî ye, ditirsin û her kêliyê dibêjin, 'Dê me bikujin.' Ew kuştinê li ber çavên xwe dibînin."

Rewşa li wir ji dûr ve jî bandorê li ser gelek kesan dike. Peywendiyên telefonî û peyam bûne beşek ji jiyana rojane lê peydakirina wan ne hêsan e.

“Gerek hikûmet bi erkê xwe rabe”

Îsmaîl Bekebûr jî bal kişand ser qutbûna înternetê û got:

"Li Kobaniyê înternet tune. Nêzîkî 3-4 rojan e min nikariye xwe bigihînim malbata xwe û dengê wan bibihîzim.

Daxwaza me ew e ku hikûmeta Sûriyeyê bi erkê xwe rabe. Dema behsa milet dike û dibêje 'miletê Sûriyeyê', divê bizanibe em jî Kurdên Sûriyeyê ne, em jî milet in û mafekî me jî heye."

“Di nav berfê de li ser cadeyan in”

Mihemmed Salih jî diyar kir ku xizmên wî di rewşeke xirab de ne û wiha axivî:

"Apê min, pismamên min li wir in. Ew miletê li wir hemû miletê me ne.

Di warê jiyanî de rewşa wan pir xirab e; ne kareba, ne av, ne xwarin û ne jî vexwarin heye.

Cih nemaye ku lê bimînin, li ser cadeyan in. Dîmen ji me re hatin, di nav berfê de di nav otomobîlên xwe de ne. Em nikarin wê rewşê bînin ziman."

Ji bo gelek kesan Kobanî ne tenê bajarek e, ew sembola berxwedanê û hêviyê ye.

Bi beşdarbûna xwe ya di xwepêşandanê de, xelk dixwaze nîşan bide ku nabe rewşa li Rojava û bi taybetî Kobaniyê were jibîrkirin.

Piştgiriya Almanan ji bo Rojavayê Kurdistanê

Li Dortmundê ne tenê Kurdên Rojavayê Kurdistanê, welatiyên Alman jî ji bo nîşandana hevgirtinê hatin qadan.

Robin A. yê ku beşdarî çalakiyê bûye got, "Ez li vir im, ji ber ku dema mirov êşê dibînin û li ber xwe didin, ew bandorê li hemû mirovan dike û di vê yekê de netewe ti rolekê nalîze.

Min cara ewil di sala 2019an de, dema Erdogan êrişî bakur kir û kete Serê Kaniyê, behsa Rojava bihîst.

Tiştên ku li wir qewimîn gelekî bandor li min kirin û ji wê demê ve ez bi Rojava re mijûl dibim û piştgiriya Rojavayê dikim."

Ew rewşa Rojavayê Kurdistanê wekî pirseke mafên mirovan, berpirsiyariya siyasî û dadweriya navdewletî dibînin û dixwazin zextê li siyaset û civakê bikin.

"Divê hemû hemû pêwendiyên dîplomatîk werin qutkirin"

Hannes B. jî daxwazên xwe wiha rêz kirin, "Ez li bendê me ku hemû pêwendiyên dîplomatîk werin qutkirin û şandina pereyan demildest were rawestandin.

Her wiha divê zext li hikûmeta Sûriyeyê were kirin da ku ev kuştin û komkujî raweste.

Ez di heman demê de li bendê me ku piştgirî li Rojava were kirin û piştgirî li têkoşîna fêmînîst jî were kirin."

Maria K.yê jî rexne li medyaya Almanyayê girt û got, "Ez bi Kurdan re mezin bûm.

Ji bo min gelekî girîng e ku ev yek di medyaya Almanyayê de cih bigire, ji ber ku Alman derbarê vê yekê de tiştekî belav nakin, tenê dema ku di xwepêşandanan de tiştekî neyînî rû dide nebe."

“Me Rojava li hemberî DAIŞê parast, em dê îro jî biparêzin”

Hinek ji wan xwepêşandêrên Alman, bi xwe şerên li Rojavayê Kurdistanê dîtine.

Endama Partiya MLPDyê Sarah Rissmann behsa bîranînên xwe yên Kobaniyê kir û got:

"Ez bi xwe 2015an ku niha zêdetirî deh sal di ser re derbas bûne, li Kobaniyê, li Rojavayê Kurdistanê bûm.

Wê demê me bi serkeftî Rojava li hemberî DAIŞê parast û em dê îro jî heman tiştî bikin.

Wê çaxê ez li gel Rêxistina Cîhanî ya Hêz û Partiyên Şoreşger li wir bûm. Me navendeke tenduristiyê ava kir.

Zêdetirî 60 hezar zarok li wir ji dayik bûn. Her zarokekî ku li wir ji dayik bûye, di rastiyê de ruhê Rojava, azadiya Kurdistanê, her wiha bangên ji bo cîhaneke nû û aştiyane û jiyaneke hevbeş a Ereb û Kurdan nîşan dide.

Ev bi rastî nîşan û sînyalek e ku divê em îro li vir biparêzin. Loma jî ez li vir im."

Xwepêşandêr çalakiyê wekî nîşanekê dibînin ku hevgirtin li ser sînoran bi dawî nabe û dibêjin "bêdengiya siyasî êdî ne bijardeyek e."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst