Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Tetwanê ya parêzgeha Bedlîsê ya Bakurê Kurdistanê, hat îdiakirin ku Hevşaredarê Tetwanê Mumîn Erol heqaret, gef û êrişa fîzîkî li rojnameger Mucahît Tarlan kiriye.
Sedema êrişê ew e ku rojnameger xebatên paqijkirina berfê yên şaredariyê rexne kirine.
Piştî bûyerê DEM Partî derbarê Hevşaredar Erol de dest bi lêpirsînê kir.
Rexne kir, rastî heqaret û gefan hat
Li gorî îdiayê, meha borî rojnameger Mucahît Tarlan li ser hesabê xwe yê medyaya civakî xebatên paqijkirina berfê yên Şaredariya Tetwanê rexne kirine.
Hat îdiakirin ku piştî vê parvekirinê, Hevşaredar Mumîn Erol bi telefonê li Tarlan geriyaye.
Hat gotin ku Erol heqaretên "zayendperest" lê kirine û gef li rojnameger xwarine.
Îdiaya derbkirinê
Sibeha wê roja ku bi telefonê axivîne, bi rêya hinek kesan Tarlan dawetî şaredariyê hatiye kirin.
Hat diyarkirin ku li odeya meqam a Erol careke din êrişa devkî li wî hatiye kirin.
Hat ragihand ku rojnameger Tarlan ji sedî 50 astengdar e û nexweşê dil e.
Hat îdiakirin ku Tarlan li wir ji aliyê Hevşaredar Mumîn Erol û şofêr û parêzvanê wî Abdullah Erol ve hatiye derbkirin.
Piştî nîqaş û êrişa fîzîkî rojnameger bi sivikî birîndar bûye.
Di nav îdiayan de heye ku gef li rojnameger hatine xwarin da ku rapora derbkirinê negire û giliyê wan neke.
Tirsa "ewlehiya canî" û delîl
Hat ragihandin ku derbarê bûyerê de dîmen û nivîsên têkildarî axaftina telefonê û nîqaşa li şaredariyê hene.
Lê hat îdiakirin ku rojnameger Tarlan ji ber metirsiya li ser ewlehiya canê xwe û gefan, neçûye saziyên fermî û gilî nekiriye.
Derbarê mijarê de heta niha ji aliyê şaredariyê yan jî Mumîn Erol ve ti daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn.
Lêpirsîna DEM Partiyê û biryara cezayê ya 15 rojan
Piştî ku rojnameger Mucahît Tarlan rewşa xwe ji rêveberiya partiyê re ragihand, Desteya Rêveberiyên Xwecihî ya DEM Partiyê ket nav tevgerê.
Desteyê ji ber îdiayên heqaretên zayendperest û gefan, derbarê Hevşaredar Mumîn Erol de dest bi lêpirsînê kir.
Hat diyarkirin ku di çarçoveya pêvajoya dîsîplînê de, derbarê Erol de biryara "15 rojan dûrxistin û perwerdeyê" hatiye dayîn.
Li aliyê din, hat îdiakirin ku di qonaxa destpêkê de derbarê îdiayan de ti kar û bar nehatine kirin.
Her wiha hat gotin ku ev biryara dûrxistinê di pratîkê de nehatiye bicihanîn û karê Erol didome.
Her wiha rojnameger Sînan Aygun jî li ser hesabê xwe yê Xê tomara dengî ya diyaloga di navbera hevşaredar û rojnameger de weşandibû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse