Wezîrê Xwendina Bilind: Em dê pirsgirêka xwendekarên Kurd li Tirkiyê çareser bikin

22-03-2020
RÛDAW
Nîşan Coranavirus Tirkiye Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Beşek ji xwendekarên Herêma Kurdistanê ku li Tirkiyê dixwînin, daxwazê ji aliyên peywendîdar dikin ku ji bo vegera wan a Kurdistanê karên hesankarî bêne kirin. Wezareta Xwendina Bilind a Herêma Kurdistanê jî ragihand ku ew dê pirsa wan xwendekarên Herêma Kurdistanê yên li Tirkiyê dixwînin çareser bikin.

Wezîrê Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî li Herêma Kurdistanê Dr. Aram Mihemed Qadir beşdarî bultena Rûdawê bû û derbarê pirsgirêkên xwendekarên Herêma Kurdistanê yên li Tirkiyê de got: “Em ji bo wan xwendekarên li dervey welat dixwînin ligel wezaretên peywendîdar kar dikin. Hêvî dikim ku di zûtirîn dem pirsgirêkên wan bêne çareser dikin.”

Dr. Aram Mihemed Qadir diyar kir ku wan aliyên berpirs ên li wezaretê,  erkdar kirine ku nav û telefonên wan kesên ku li dervey Kurdistanê dixwînin peyda bikin da ku îro ji bo çareserkirina pirsgirêkên wan kar li ser bikin.

Bi gotina Wezîrê Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî li Herêma Kurdistanê ew dê di demeke nêzîk de bikarin xwendekarên li dervey Kurdistanê bi selametî vegerînin.

Li gor amarên Rûdawê bidest xistine, li Tirkiyê 176 xwendekarên Herêma Kurdistanê yên master û doktorayê li Tirkiyê xwendina xwe dikin.

Li Tirkiyê bi sedema metirsiya belavbûna vîrusa koronayê ya cureya nû (Covid-19) proseya xwendina hate ragirtin, lewma xwendekarên Herêma Kurdistanê dixwazin vegerin.

Berê girtina deriyên sînorî yên di navbera herdu welatan de, hejmareke xwendekarên Herêma Kurdistanê vegeriyabûn, lê piraniya wan hêj li Tirkiyê mane.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst