Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka Komaleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê ya Amedê ragihand ku di pîrozbahiyên Newroza Amed Bakurê Kurdistanê de nêzîka 500 kes hatin destserkirin ku 74 ji wan zarok in.
Duh 21ê Adara 2022ê di dema pîrozbahiyên Newrozê de hejmareke welatiyên parêzgeha Amedê, ku di nav wan de xort, ciwan û zarok jî hebûn, bi hincetên cuda ên weke li berxwekirina cilên Kurdî, hilgirtina alaya Kurdistanê, poşiyên rengên kesk û sor û zer têde û bilindkirina dirûşman hatibûn destserkirin.
Hevseroka Komaleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê ya Amedê Uzum Vurgun îro 22ê Adara 2022ê beşdarî bulteneke Rûdawê bû û derbarê hejmara kesên destserkirî û rewşa wan a dawî de axivî.
Vurgun amaje bi wê yekê da ku di pîrozbahiyên Newroza Amedê de hejmareke zêde ya welatiyan ji aliyê Hêzên Ewlekariya Tirkiyê ve hatine destesekirin û got “Tevî ku hêzên ewlekariyê amarên teqez nedane, lê nêzîka 500 kesan hatine destserkirin ku 74 ji wan zarok in, temenê 5 ji wan zarokan ji 12 sal kêmtir e û ev zarok bi awayek ne yasayî hatine destserkirin.”
Uzum Vurgun ragihand ku malbatên zarokên desteserkirî tevî keşûhewaya sar heta sibê li benda karûbarên yasayî yên zarokên xwe bûn û dibêje “42 zarok piştî demjimêr 1:30ê Şeva 21ê Adarê bo malbatên wan hatin dayîn. 32 zarokên din jî bo karûbarên îfadeyê bo dozgeriyê hatin birin. Îro 22ê Adarê hatin berdan.”
Hevseroka Komaleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê ya Amedê derbarê rewşa zarokên destserkirî de dibêje “Tûndûtîjî li dijî zaroka nehatiye kirin, lê li cihek xirab de dihatin ragirtin. 74 zarok di cihekê de li ser hevdû bûn, Temenê wan derdora 12 heta 13 salî de ne. ji ber ku zarok in derûniya wan têkçûye tirsiyane û digirîn û malbatên xwe dixwazin.”
Derbarê rewşa destserkiriyên din ên ji bilî zarokan jî Uzum Vurgun diyar kir “Di dema destserkirinê de di wesayatan de hêzên ewlekariyê tûndûtîjî û sivkatî li wan kirine. Min bixwe di ser û çavên jinekî de dît ku werimîn hebû û rastî tûndûtijiya hêzên ewlekariyê hatibû. Ew desteserkirî jî di şert û mercên xirab de li ber sir û sermayê tên ragirtin. Beşek ji wan li derve tên rawestandin. Hiştina li ber sir û sermayê bixwe jî tûndûtijî ye.”
Bi gotina Uzum Vurgun karûbarên yasayî yên 60 jinan temam bûne û hatine berdan. Herwiha 51 mêr jî piştî karûbarên îfadeyê hatine azadkirin.”
Ev di demekê de ye Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê duh 21ê Adara 2022ê li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek belav kiribû û gotibû “Zêdeyî 100 zarokên ku dixwestin cejna Newrozê pîroz bikin bi awayekî bêhiqûqî ji aliyê polîsan ve hatine desteserkirin. Di çarçoveya mafê kombûna aştiyane de ligel tohmetên pîrozkirina cejna Newrozê, bi awayekî ku qedexeya danûstandina xirab a ligel zarokan hatiye binpêkirin, bi awayekî bêhiqûqî di mercên xirab de tên girtin. Divê demildest ev yek bê bidawîkirin û ev zarok bên berdan.”
Li Bakurê Kurdistanê ahenga herî mezin a pîrozbahiya Newrozê li parêzgeha Amedê tê kirin. Di Newroza îsal a Amedê de polîsan rê ne da ku welatî bi cil û bergên Kurdî beşdar bibin û car car êrîşî wan kirin û hejmareke zêde ya welatiyan jî destserkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse