Hewlêr (Rûdaw) – Bertekên li dijî 4 Kurdan li Efrînê her ku diçe zêdetir dibin. Aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê daxwaza parastina navneteweyî dikin.
Di merasîma bixaksipartina her çar qurbaniyên Cindirêsê de, xelkê herêma Efrînê bi dengekî bilind daxwaza azadiyê ji bo Efrînê û parastina navdewletî ji bo gelê Kurd li herêmê kirin.
Derbarê daxwazên parastina navdewletî de, Endamê Komîteya Siyasî ya Partiya el-Wehde Mehmûd Mihemed ji Rûdawê re got pêwîst e Neteweyên Yekbûyî navçeyên Kurdî yên dagîrkirî biparêze.
Endamê Komîteya Siyasî ya Partiya el-Wehde Mehmûd Mihemed got, “Em daxwazê ji Yekitiya Ewropa û Neteweyên Yekbûyî dikin ku li herêmên Kurdan ên ji aliyê Tirkiyê ve hatine dagirkirin, parastina navneteweyî ava bikin. Em dixwazin zextê li artêşa Tirk bikin da ku vegere sînorên welatê xwe û ji herêmê vekişe. Divê ew piştrast bikin ku sûcdar li dadgeheke bêalî bêne darizandin. Di nava daxwazên me de derxistina Tirkmen û Erebên ku li mal û milkên gelê xwecihî yên Efrînê yên ku ji herêmê koçber bûne bi cih bûne, vegerandina mal û milk ji xwediyên wan re û hilbijartina rêveberiyeke sivîl e ji gelê Efrînê hene.”
Endamê Komîteya Siyasî ya Partiya Yekîtiya Kurdistanî Fûad Elîko ku beşek e ji ENKSê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, “Êdî tu sûda daxuyaniyan tune ye ji ber ku binpêkirinên li dijî xelkê Efrînê berdewam in û grûpên çekdar guhdarî Îtîlafê nakin.”
Serkirdeyê Yekîtiya Kurdistanê her wiha got, eger Îtîlaf guhdarî daxwazên ENKSê neke, pêwîst e, Encûmen helwesteke tund nîşan bide.
Endamê Komîteya Siyasî ya Partiya Yekîtiya Kurdistanî Fûad Elîko her wiha got, “Eger Îtîlafa Opozîsyona Sûriyê guh nede ENKSê, divê Neteweyên Yekbûyî li ser vê mijarê helwesteke tund nîşan bide. Neteweyên Yekbûyî bi helwestên ku di hin deman de nîşan da me encamên erênî jê dîtin.”
Ji serê sibeha Çarşemê ve, malbatên her çar qurbaniyan û bi beşdariya hejmarek welatiyên herêmê li cihê kuştina wan li pêş malê ketine grevê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse