Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) 127 saliya rojnamegerîya Kurdî pîroz kir û got, “Rojnamegeriya Kurdî ji alîyekê ve jî mirêka têkoşîn, trajedî û rewşa ronakbîr û civata Kurdî ya dema hişyarbûna neteweyî ye.”
Îro salvegera 127 saliya rojnamegeriya Kurdî ye ku yekem rojnameya Kurdî bi navê “Kurdistan” sala 1898an ji aliyê Mîr Miqdad Mîdhet Bedirxan ve hatiye derxistin.
Li Başûrê Kurdistanê 75 salan piştî derketina vê rojnameyê (sala 1973yan), 22yê Nîsanê wekî Roja Rojnamegerîya Kurdî hat qebûlkirin û ji wê rojê ve her sal ev roj tê pîrozkirin.
PWKyê bi boneya Roja Rojnamegeriya Kurdî peyamek belav kir.
PWKyê amaje bi wê yekê kir ku ji roja ku rojnameya Kurdistanê derketiye heta îro bi hezaran (kovar û rojnameyên Kurdan derketine lê her tim dewletên desthilatdar li hemberî van kovar û rojnameyan, bûne asteng û zilm û zoreke nedîtî li wan kirine.
“Gelek rojnamegerên Kurd hatine kuştin”
Di daxuyaniya PWKyê de wiha hatiye gotin:
“Zilma li ser berpirsiyar, nivîskar û heta xwendevanên rojnameya Kurdistanê (1898) bigirin heta îro jî her ew zilm û zordestî didome.
Gelek rojnamegerên Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê hatine zindanîkirin û kuştin.
Heta îro jî rojnamegrên Kurd nikarin erka xwe bi awayekî azad bi cih bînin.
“Rê li ber azadiya rojnamegerên Kurdê tê girtin”
Weşanên wan tên qedexekirin û rê li ber azadiya wan tê girtin. Di şerê ku li Bakurê Kurdistanê de didome de bûne hedefek pêşîn.
Ji ber vê yekê, rojnamegeriya Kurdî ji alîyekê ve jî mirêka têkoşîn, trajedî û rewşa ronakbîr û civata Kurdî ya dema hişyarbûna neteweyî ye.
Bi minasebeta 127 saliya Rojnamegerîya Kurdî, em hemû rojnamegerên Kurd ên ku di vê rêyê de şehîd bûne bi rêzdarî bi bîr tînin û dibêjin Roja Rojnamegerîya Kurdî pîroz be.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse