Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) bertek nîşanî Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş da ku di civîna komîsyonê de rê neda Dayikên Aştiyê bi Kurdî biaxivin û ragihand ku ev helwest "turnusoleke vê pêvajoyê ye."
Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê doh di civîna xwe ya pêncemîn de li ser navê Dayîkên Aştiyê guh da Nezahat Teke, Rabia Kiran û Turkiye Bozkurtê.
Hat îdiakirin ku daxwaza axaftina bi Kurdî ya Nezahat Teke û Rebia Kiranê ji aliyê Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş ve nehatiye qebûlkirin.
“Bêtehamulî turnusoleka vê pêvajoyê ye”
PWKyê bi daxuyaniyekê nerazîbûn nîşanî helwesta Numan Kurtulmuş da û amaje pê kir ku ev helwest ji bo gengeşiyên li ser pêvajoya heyî turnusolek e û wiha got:
“Em aştî, çareserkirina pisgirêka Kurdan, demokrasî, azadî, wekhevî û dadmendiyê danin aliyekî, em bi nêrîneke wiha re rûbirû ne ku bi hinceta ‘astengiyên qanûnî û rêziknameyên navxweyî’, tehemmula axaftina bi Kurdî jî nayê kirin.
Bêtehamuliya li hemberî axaftina bi Kurdî û bêdengiya endamên komîsyonê ya li hemberî vê helwesta Numan Kurtulmuş, cihê mixabîniyê ye û ji bo gengeşîyên li ser vê pêvajoya heyî turnusolek e.”
PWKyê da zanîn ku ev mînak nîşan dide ku gava yekem a çareseriyê misogerkirina statuya qanûnî ya nasname û zimanê Kurdî ye û wiha bi dawî anî:
“Ev mînak jî bi awayekî zelal nîşan dide ku gava yekem a aştî, çareserkirina pirsgirêka Kurdan, demokrasî, azadî, wekhevî û dadmendiyê, bi misogerkirina statuya qanûnî û makezagonî ya nasnameya Kurdî, bi mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê yê Kurdî û li gel Tirkî wekî zimanê fermî pejirandina Kurdî dest pê dibe.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse