Alîkarî li koçberên ji Efrînê hat belavkirin

22-05-2025
RÛDAW
Nîşan Efrîn Koçber Alîkarî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Desteya Kar û Barên Civakî ya Kantona Cizîrê alîkarî li koçberên ji Efrîn û Şehbayê yên li Hisîçayê belav kirin.

Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê ragihand ku Desteya Kar û Barên Civakî ya Kantona Cizîrê doh bi hevkariya Beşa Kar û Barên Sivîl a Koalîsyonê alîkarî li koçberên Efrînê yên li Hisîçayê belav kirine.

Li gorî daxuyaniyê, alîkariyên ku ji hezar û 200 paketên xwarinê pêk tên, li koçberên li Seken Şebabiyê, Fileyên Sor, Taxa Eskerî yên Hisîçayê hatin belavkirin.

Li gorî amarên berdest hejmara koçberên ji Efrînê yên li Kantona Cizîrê nêzîkî 6 hezar malbatan e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst