Hewlêr (Rûdaw) - Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî (BCF) ragihand ku wan heta niha alîkarî gihandiye zêdetirî 15 hezar malbatên Rojavayê Kurdistanê.
Dezgehê her wiha da zanîn ku zêdetirî 35 hezar xwarinên germ jî hatine belavkirin.
Endamê Desteya Birêvebir a Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî Rewac Hacî ki ser belavkirina alîkariyên dezgehê yên li Rojavayê Kurdistanê ji Rûdawê re axivî.
Rewac Hacî got, "Me 255 barhilgir alîkarî gihandin Rojavayê Kurdistanê û di belavkirina wan de 516 karkeran kar kir."
Amarên alîkariyan
Li gorî amarên rêxistinê, wan heta îro alîkariya xwarin û kel û pelên cuda gihandine 7 hezar û 802 malbatan ku piraniya wan li 183 dibistan û 12 mizgeftan dimînin.
Li gorî gotina Rewac Hacî, belavkirina sotemeniyê berdewam dike û wan 253 hezar û 632 lître sotemenî li 7 hezar û 139 malbatên koçber belav kiriye.
Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî amaje pê kir ku wan 35 hezar û 45 xwarinên germ pêşkêşî koçberên Rojavayê Kurdistanê kiriye.
Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî li gel belavkirina alîkariyan, xizmetguzarî pêşkêşî 3 hezar û 965 welatiyan kiriye.
Cureyên alîkariyan
Beşek ji wan kel û pelên ku Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî belav dike ev in: Cil û berg, dexlûdan, nan, xwarina germ, sotemenî, betanî, doşek, şîr û mamayên zarokan û pêdiviyên din ên rojane.
21ê vê mehê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî 67 barhilgir alîkarî gihandin Rojavayê Kurdistanê û roja din dest bi belavkirinê kir û heta îro berdewam e.
Sedema koçberiyê
Ji ber êrişên Artêşa Ereban a Sûriyeyê yên li taxên Kurdan ên Helebê ku 6ê vê mehê dest pê kir û piştre ew êriş li tevahiya herêmên di bin desthilata Rêveberiya Xweser de belav bû.
Ji ber wan êrişan bi hezaran welatî koçberî herêmên aram ên Rojavayê Kurdistanê bûn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse