Hewlêr (Rûdaw) - Girtiyê Kurd ê siyasî Neşet Guven piştî 31 salan ji girtîgejêhê hat berdan.
Girtiyê Kurd Neşet Guven sala 1994an hatibû desteserkirin û bi cezayê heta hetayê yê girtîgehê hatibû cezakirin.
Neşet Guvenê ku ji sala 1994an ve girtî bû, diviyabû 21ê Tebaxê 2024an bihata berdan lê bi îdiaya ku "baş nebûye" berdana wî carekê 3 mehan û carekê jî 6 mehan hat bipaşxistin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê (MA), Guven hefteyek berî dema nirxandinê ya 21ê Gulanê careke din derket pêşberî heyetê.
Lê ti agahî ji bo biryarê ne ji wî re, ne ji malbata wî re û ne jî ji parêzerê wî re nehat dayîn.
Li ser vê yekê, Parlamentera DEM Partiyê Nevroz Uysal Aslanê, telefonî girtîgeha ku Guven lê tê ragirtin kir.
Lê rayedarên girtîgehê got ku ew dê bi telefonê ti agahiyan nedin.
Li ser vê yekê, Nevroz Uysal Aslanê telefonî Rêveberiya Giştî ya Girtîgeh û Tewqîfxaneyan kir û pirsî ka heyetê li ser Guven biryarek daye yan na.
Tewqîfxaneyê diyar kir ku biryara berdana Guven hatiye dayîn û ew dê di nava rojê de bê berdan.
Guven, piştî 31 salan hat berdan.
Rêxistina Tekîrdagê ya DEM Partiyê û malbata wî Guven pêşwazî kir.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse