TEKÎRDAG - DEM Partî dixwaze surprîzekê bike: ‘Em bi îdia ne!’

17-03-2024
Omer Sonmez
TEKÎRDAG - DEM Partî dixwaze surprîzekê bike: ‘Em bi îdia ne!’
TEKÎRDAG - DEM Partî dixwaze surprîzekê bike: ‘Em bi îdia ne!’
Nîşan Tekîrdag Hilbijartin Kurd DEM Partî
A+ A-

Tekîrdag (Rûdaw) - Kurdên ji Bakurê Kurdistanê ji 40 salî zêdetir e ku berê xwe dane herêma Trakyayê.

DEM Partî li her sê bajarên herêma Trakyayê, Tekîrdag, Kirklarelî û Edîrneyê bi nav û namzedên xwe tevlî hilbijartinan dibe.

Tîma Rûdawê ya Stenbolê li nav Kurdên Trakyayê xebatên hilbijartinê ya DEM Partiyê şopand.

Gelekî balkêş e lê dibe ku DEM Partî li herêma Trakyayê surprîzekê bike û şaredariyekê qezenc bike.

DEM Partî dixwaze şaredariya navçeya Marmaraereglisiya Tekirdagê qezenc bike.

Navçeya Marmaraereglisiya Tekirdagê cihekî biçûk û turîstîk e. Ji ber parçebûna partî û pirbûna namzedan îhtimal heye DEM Partî li herêma Trakyayê surprîzekê bike û şaredarîya Marmaraereglisiyê qezenc bike.

Li meydana navçeya Çerkezkoya bajarê Tekîrdagê, li ber standa hilbijartinê ya DEM Partîyê ye bicoş û xiroş govend li ber awaz û stranên Kurdî tê gerandin.

Li gorî texmînan, bi giştî li Tekîrdagê derdora 100 hezar Kurd dijîn.

Kurdên li Tekîrdagê herî zêde bi nifûsa xwe ya 60 hezarî li navçeya Çerkezkoyê ne.

DEM Partî, li navçeyê piştî CHP û AK Partiyê sêyemîn partîya herî mezin e.

DEM Partî, li Şaredariya Bajarê Mezin a Tekîrdagê û li 8 navçeyan bi nav û namzedên xwe dikeve hilbijartinan.

DEM Partî di hilbijartinên 14ê Gulana 2023yan de li tevahiya Tekirdagê derdora 65 hezar dengan wergirtibû, li navçeya Çerkezkoyê jî derdora 20 hezar dengan bi dest xistibû.

Hevserokê DEM Partiyê yê Tekîrdagê Suat Sari anî ziman:

“Em li Tekîrdagê bi hêz in. Herî zêde em li Çerkezkoyê bihêz in. Her wiha em li Çorlu, Ergene, Suleymanpaşa û Kapakliyê birêxistin in. Em dixwazin 10 endamên meclîsê bişînin Şaredariyê.”

Li gorî texmînan, tenê li Çerkezkoyê derdora 55-60 hezar Kurd dijîn.

Hejmara Kurdan li navçeyên Tekirdagê yên wek Çorlu, Marmaraeglisi, Suleymanpaşa û Sarayê jî zêde ne.

Li Çerkezkoyê ji ber ku DEM Partî bihêz e car caran dibe armanca  êrişên nîjadperest jî.

“Dê 31ê Adarê me bi ser bixin”

Namzedê DEM Partiyê yê Şaredariya Çerkezkoyê Xiyasettin Kara da zanîn:

“Êrişî me dikin. Çadir, pankart, al û flamayên me diqetînin. Ji me re zehmetiyan derdixin lê belê em bi gelê Kurd bawer in û dê 31ê Adarê me bi ser bixin.”

Kurdan ji 40 salî zêdetir e ku berê xwe dane herêma Trakyayê. DEM Partî li her sê bajarên herêma Trakyayê, li Tekirdag, Kirklarelî û Edîrneyê bi nav û namzedên xwe tevlî hilbijartinan dibe.

Dengdêrekî DEM Partiyê yê bi navê Wehdedîn got:

“Em sala 1985an hatine Çerkezkoyê. Yanî ev 40 sal in. Em Kurd in û doza heqê xwe dikin.”

Dengdêra DEM Partiyê ya bi navê Saadetê jî da zanîn:

“Ez dixwazim Demirtaş were azadkirin. Ew bêsûc li hundir e.”

Ji ber ku îhtimal heye DEM Partî li herêma Trakyayê surprîzê bike û Şaredariya Marmaraereglisiyê bi dest bixe Kurdên li Marmaraereglisiya dijîn gelekî bi kelecan in.

“Partiya bingeha wê herî xurt DEM e”

Namzedê DEM Partiyê yê Marmaraereglisi Mehmet Sayat got:

“Li vir îdiayeke me ya mezin heye. Em 13 partî li vir dikevin hilbijartinan. Partiya bingeha wê herî xurt û xwedî potansiyela dengdêran partiya me DEM e.

Em bi polîtîkayên xwe yên şaredariyan jî bi bawer in. Em dê deriye şaredariyê ji gelê xwe re vekin.”

Li Marmaraereglisiyê derdora 24 hezar dengdêr hene. DEM Partî, di hilbijartinên 14ê Gulanê de derdora 2 hezar û 250 dengî bi dest xistibû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst