Nasnameyên 7 şervanan hatin eşkerekirin

22-05-2025
Nîşan Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Şervan Nasname
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku 7 şervanên wan li cihên cuda û di demên cuda de canê xwe ji dest daye.

HSDyê di daxuyaniya xwe de got, "Di çarçoveya berxwedana hêzên me ya li hemberî hemû cureyên êriş û binpêkirinên li ser herêmê de, şervanên me bi baweriya bi doza adilane re, bi wêrekî, dilsoziya bi gelê xwe re û sekna xwe ya li çeperan îsbat kir.”

Li gorî daxuyaniyê agahiyên li ser nasnameyên her 7 şervanan wiha ne:

Ehmed Mihemed Berazî: Navê dêya wî Emîne, navê bavê wî Mihemed e. 8ê Kanûna Pêşîn a 2024an li gundê Kabirca yê Minbicê canê xwe ji dest daye.

Îyad Tehbeş: Navê dêya wî Fatima, navê bavê wî Ebdulmutî ye. 26ê Çiriya Paşîn a 2024an li Helebê canê xwe ji dest daye.

Umran El Qasim: Navê dêya wî Sîham, navê bavê wî Mihemed e. 9ê Kanûna Pêşîn a 2024an li Minbicê canê xwe ji dest daye.

Elî Zaza (Mihemed Suheyb Mihemed): Navê dêya wî Ranya, navê bavê wî Ehmed e. 6ê Kanûna Pêşîn a 2024an li Minbicê canê xwe ji dest daye.

Diyar Seyada (Welîd El Elo): Navê dêya wî Sumeya, navê bavê wî Şihada ye. 6ê Kanûna Pêşîn a 2024an li Minbicê canê xwe ji dest daye.

Agir Heleb (Ebdurehman Mihemed): Navê dêya wî Zeyneb, navê bavê wî Mihemed e. 19ê Gulana 2025an li Qamişloyê canê xwe ji dest daye.

Goran (Mihemed El Elî): Navê dêya wî Eyşe, navê bavê wî Cuma ye. 19ê Gulana 2025an li Dêrezorê canê xwe ji dest daye.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) diyar kir, “Agir Heleb (Ebdurehman Mihemed Mihemed) ji ber nexweşiyeke giran şehîd ket, Goran (Mihemed Cuma El Elî) jî li rojhilatê Dêrezorê di bersiva êrişeke terorî de şehîd ket.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst