Hewlêr (Rûdaw) - Omer Faruk Bektaş, mamostayekî kor e û ji Erziroma Bakurê Kurdistanê ye ew bermahiyên dîrokî yên Erziromê bi rêya vîdeo û podcastan dide nasandin.
Li YouTube kanalek bi navnîşana "Heta Nebînî Neçe" vekiriye. Hêmayên çandî û taybetmendiyên gelek avahiyên dîrokî bi awayekî amade dike ku kesên kor karibin jê fêm bikin û bi awayê podcastê di wê kanalê de belav dike.
"Dixwazim biim balyozê çandê"
Mamostayê kor Omer Faruk Bektaş li ser karê xwe got, "Ew tiştên ku min tomar kirine amade dikim. Piştî ku di kanala YouTube de belav dikim, hewl didim nîşanî her kesê kor û hemû xelkê bikim û ji wan re behs bikim.
Bi vî awayî hewl didim wekî kesekî kor rola balyozê çandê bilîzim."
Bektaşê 25 salî, nêzîkî 2 sal berê dest bi kar kiriye ji bo vegotina cihên dîrokî ji çavê kesekî kor. Di vî karê xwe de sûdê ji hişê çêkirî werdigire.
Hevesa dîrok û hunerê ji temenê biçûk
Omer Faruk Bektaş di berdewamiyê jî de got, "Ji temenê 14-15 saliyê ve bi taybetî piştî xwendina pirtûkên taybet bi dîrok û hunerê, hewesa min ji bo dîroka huner, dîrok, mîmarî, hunera mîmariyê zêde bû.
Pirsek di mejiyê min de çêbû ku çawa bikarim cihên dîrokî yên xweşik ên Anatoliyayê û wê şêwaz û sembola mîmariyê ku di mîmariyan de tên dîtin ji bo kesên kor û xelkê vebêjim.
Li ser vê pirsê jî min biryar da kanaleke YouTube vekim."
Projeyên paşerojê
Bektaş heta niha 30 podcast amade kirine û di kanala xwe de belav kirine.
Ew dixwaze di siberojê de bi navê 'Kesekî Kor li Cîhanê Digere' belgefîlmekê jî amade bike û ji perspektîfa kesekî kor çandên cuda ji bo xelkê tomar bike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse