Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Erdexanê ya Bakurê Kurdustanê 3 kes bi tohmeta firotina zêrên sexte hatin desteserkirin.
Birêvebiriya Ewlehiyê ya Erdexanê ragihand ku tîmên wan li ser îdiayên firotina guherên zêr ên sexte de derbarê zêringirekî lêkolîn daye destpêkirin.
Di encama lêkolînê de hêzên ewlehiyê kesek bi navê S.C. dema ku dixwest wan guharan bifiroşe destser kir.
Her di çarçoveya operasyonê de hêzên ewlehiyê li ser rêya sereke ya Erdexan-Artvînê jî otomobîlek rawestandin û tê de dest bi ser 16 guharên zêr ên sexte, bazinek, gerdeniyek, 22 hebên hişbir û beşek ji pere de hat girtin.
Hat ragihandin ku derbarê mijarê 3 kes hatine hatine desteserkirin û ew kes berî niha çûne parêzgehên Xarpêt, Çewlîg, Agirî, Erzirom, Îdîr û Qersê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse