Li Mêrdînê jinek di çem de xeniqî

22-07-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) -  Li navçeya Mîdyadê ya Mêrdînê jineke 22 salî ya ku ji bo hênikbûnê ket çem xeniqî.

Sultan Çaka ya dayika 2 zarokan a ku bi malbata xwe re ji bo seyranê çûbû Ava Spî ya li Taxa Sîvrîceyê ji bo hênikbûnê ket avê.

Çaka demekî avjenî kir û paşê ji ber çavan winda bû, li ser vê malbata wê Navenda Bangewaziyê ya Bilez ji rewşê agahdar kir.

Piştre tîmên AFAD, agirvemirand, cendirme û tenduristiyê bo cihê bûyerê hatin şandin.

Di encama xebatên ekîban de Sultan Çaka ji avê derxistin û rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê.

Çaka ligel hemû hewldanan bi ser xwe ve nehat û  jiyana xwe ji dest da.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst