Parlamentera EMEPê: Li Mereşê pêwîstiyên koçberên Rojavayê Kurdistanê nayên dabînkirin

22-07-2023
Zînê Cahîde Akgul
Wêne: Twitter
Wêne: Twitter
Nîşan Sevda Karaca Mereş Koçber Rojavayê Kurdistanê Bazarcix
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamentera Partiya Kedê (EMEP) a Dîlokê Sevda Karaca, li navçeya Bazarcika Mereşê serdana konên erdhejê yên ku welatiyên Efrînî û Kobaniyê lê diman kir.

Koçberên Rojavayê Kurdistanê yên li navçeya Bazarcixê ya Mereşa Bakurê Kurdistanê piştî erdhejê li derveyî konteyniran hatine hiştin û di rewşeke zehmet de dijîn.

Parlamentera EMEPyê Sevda Karaca got “Li vê derê koçberên ji Sûriyê dimînin. Beriya çend salan ji ber şer ji Efrîn û Kobaniyê hatine. Zêdeyî 10 sal in li vê derê dijîn. Di çadirên gelek xirab de dimînin. Zarokên nû çêbûne hene, kesên bi temen û jinên ducanî jî hene. Piştî erdhejê hatine vê derê û hewl didin bijîn.”

Di demsala havînê de ku pileya germê gehiştiye nêzîkî 40 pileyan koçber nikarin pêwîstiyên xwe yên rojane dabîn bikin.

Sevda Karaca dibêje “Di bin germê de bêyî ku niqûtek av hebe û pêwîstiya wan a xwarinê bê dayîn, hewl didin jiyana xwe bidomînin. Bilez divê şert û mercên mirovî li vê derê bên avakirin. Herî kêm divê konteynirek bê dayîn û pêwîstiyên zarokan bên peydakirin.”

6ê Sibata îsal navend Mereş du erdhejên mezin çêbûn û di encam de zêdeyî 50 hezar kesan canê xwe ji dest dan û bi hezaran avahî hilweşiyan. Ligel ku nêzîka 6 meh derbas bûne heta niha jî pêwîstiyên zerardîtiyên li herêma erdhejê nehatine dabînkirin û bi taybet rewşa koçberan xirab e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst