Li Çewlîgê daxwaza sazkirina Festîvala Xwazayê û Çandê hat redkirin

22-07-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Çawlîgê ya Bakurê Kurdistanê Festîvala Xwezayê û Çandê ku dihat xwestin di 12-13ê Tebaxê 2023an de bê kirin, bi hînceta “belgeyên daxwaznameyê kêm in û cihê ku festival lê were sazkirin tune ye” ji aliyê qaymaqamtiyê ve hat redkirin.

Li gor agahiyan, Yekîtiya Komeleyên navçeya Gêxî (KIDEB) xwestine di 12-13ê Tebaxê de festîvalekê li parêzgeha Çewlîgê li dar bixin û bo wergirtina destûrê serî li qaymeqamiyê dane. Lê qaymeqamiya Gêxiyê bi hînceta belge kêm in û cihê festival lê bê kirin tune ye destûra sazkirina festival nedaye.

Tê gotin di 15ê Hezîranê de dema Yekîtiya Komeleyên Gêxiyê bi belgeyeke nivîskî serî li qaymeqamiyê dane  û wê demê qaymeqam erênî nêzîkî wê daxwaza wan bûye.

Lê 18ê Temuzê bi awayekî nivîskî qaymeqamiyê bersiva wê daxwaza wan daye û gotiye “belge kêm in û cihê festival lê were sazkirin tune ye” bi vî awayî ev daxwaza wan hatiye redkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst