Hewlêr (Rûdaw) - Muzeya Arkeolojiyê ya Amedê mazûvaniya hinek berhemên herî balkêş ên dîroka mirovahiyê dike.
Du berhemên cuda yên ku li muzeyê tên nîşanda wekî peykerê penîs (kîr, xir, tirik) ên herî kevn û herî mezin êm cîhanê balê dikişînin.
Fallusê 19 santîmetreyî ku ji kevirê çem hatiye çêkirin û sala 2010an di kolanên Girê Kortikê de hatiye dîtin, bi dîroka xwe ya nêzîkî 12 hezar û 500 salî wekî penîsê herî kevn ê cîhanê tê qebûlkirin.
Berhema ku hatiye cilakirin di pîvanên standart ên endamê zayendî yê mêran de ye.
Li gorî pisporan, dibe ku ev berhem ji aliyê serokeşîran ve di merasîmên taybet de hatibe bikaranîn.
Lê belê hîn jî nayê zanîn ka tenê ji bo merasîman an jî ji bo kêfa zayendî hatiye bikaranîn.
Berhemeke din a balkêş a ku li muzeyê tê nîşandan, bi mezinahiya xwe ya qerase derdikeve pêş ku sala 1946an li Amedê hatiye dîtin.
Ev penîsê dêw ê ku nêzîkî metreyekê dirêj e û di nihêrîna ewil de peykereke xwedawendekê tîne bîra mirov, ji serdema Helenîstîkê maye.
Tê texmînkirin ku ev berhema 2 hezar û 500 salî, yek ji peykerên herî mezin ên endamê zayendî yê mêran e ku heta niha hatiye keşifkirin.
"Hêz û desthilatdariyê sembolîze dike"
Birêvebirê Muzeya Amedê Mujdat Gizligol diyar kir ku her du berhem jî ronahiyê didin ser dîroka mirovahiyê û got:
“Endamê zayendî yê mêran di her serdemeke dîrokê de çi bi mebesta merasîman be, çi jî bi mebesta dîtbarî be li gelek cihan hatiye bikaranîn.
Di serdema Neolîtîk de hebûna eşkere ya endamê zayendî yê mêran û bi taybetî jî balkişandina li ser wê, nîşan dide ku çanda baviksalarî serdest bûye.
Her wiha nîşanî me dide ku endamê zayendî yê mêran her tim hêz û desthilatdarî sembolîze kirine.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse