Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Hezexê ya parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê droneke DEDAŞê ku elektrîka qaçax kontrol dikir bi çeka lûledirêj hatiye xistin û kesê ku ev yek kiriye hatin desteserkirin.
Kompanyaya Belavkirina Elektrîkê ya Dîcleyê (DEDAŞ) ragihand ku bi armanca belavkirina enerjiya bi kalîte xebatên xwe didomîne û li navçeya Hezexê ya Şirnexê bi piştevaniya cendermeyan bi dronê dest bi çalakiyên şopandina bikaranîna elektrîka qaçax kiriye.
DEDAŞ diyar kir ku di dema kontrola îro de li gundê Telsikanê êrişek pêk hatiye û kesekî bi çekeke lûledirêj gule li drona şopandina qaçaxê reşandine.
Di encama gulereşandinê de zerer gihîştiye drone û tîmên cendermeyan demildest ketin tevgerê û gumanbar desteser kiriye.
Rayedarên DEDAŞ her wiha da zanîn ku pêvajoya hiqûqî ya derbarê mijarê ji aliyê parêzer û ekîbên teknîkî yên yên wan ve bi hûrgilî tê şopandin û got:
"Ev êrîş ne tenê li ser amûrên me yên teknolojîk, di heman demê de êrişeke li ser çavkaniyên giştî, û serweriya hiqûqê ye.
Helwesta me li hemberî gefên bi vî rengî zelal e. Ji bo ku berpirsiyar bên cezakirin, em dê heta dawiyê pêvajoya hiqûqî bişopînin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse