Li Şirnexê 3 kes hatin girtin

19-06-2023
Ferdî Sak
Nîşan Şirnex Girtin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê ji 7 kesên ku di operasyonekê de hatibûn destserkirin 3 ji wan bi hinceta “alîkariya rêxistinê” hatin girtin.

Roja Şemiyê 17ê Hezîrana 2023an hêzên ewlakariya Tirkiyê di çarçoveya lêkolîneke serdozgeriya Şirnexê de li gundên Melîxa, Wargundik û Feraşînê yên girêdayî navçeya Elkê ya Şirnexê bi operasyonekê bi ser çend malan de girtibûn û 7 welatiyên bi navên Fazil Aslan, Şehmus Aslan, Mazlum Aslan, Cudî Aslan, Hecer Aslan, Kerem Abi û Şaban Abo desterkiribûn.

Kesên desteserkirî piştî karûbarên îfadeyê li dozgerê  bo dadgehê hatin veguhastin.

Li gor ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê roja Dûşemê 19ê Hezîrana 2023an dadgehê biryar da ku welatiyên bi navên Şehmus Aslan, Mazlum Aslan û Hecer Aslan di çarçoveya îfadeyên şahidhalên nihênî de bi hinceta “alîkariya rêxistinê bên girtin. Hersê kesên navborî piştî biryara dadgehê bo girtîgeha Şirnexê hatin şandin.

Herwiha 4 kesên din jî bi mercê kontrola dadî hatin berdan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Axîn di hembêza pîrika xwe de ye / Wêne û Vîdeo: Rûdaw

Dengê axîna welatekî kitim ji çîroka Axînê tê

Şer li welatekî kitim ê bi navê Kurdistanê rehmê li hûr giran, li hitik û pitikan, li pîr û kalan, li mirî û zindiyan, li dar û beran nake