KCKê li ser kuştina 2 berpirsên xwe daxuyanî da

22-10-2019
RÛDAW
Nîşan KCK PKK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Komîteya Têkiliyên Derve ya KCKê derbarê canjidestdana du kadroyên mezin ên xwe de li Silêmaniyê daxuyaniyek da û ragihand, Seyîdxan Ayaz (Demhat Egîd) û Eser Irmak (Cemîl Amed) bi hevkariya qirêj a dewleta Tirkiyê û hêzên navneteweyî hatine kuştin.

Komîteya Têkiliyên Derve ya KCKê dibêje: “Hevalên me Demhat Agît (Seyîdxan Ayaz) ê ji bo karên Yekîtiya Neteweyî û li dijî dagirkeriya Tirkiyê ya li Rojava karên li nava raya giştî dimeşand tevî Cemîl Amed (Eser Irmak) ku ji xaziyê şer bû û ji ber tenduristiyê li Silêmaniyeyê bû, bi piştgiriya hêzên navneteweyî û hevkariya qirêj a Tirkiyê hatin kuştin.”

Di daxuyaniyê de hatiye gotin, her du rayedarên KCKê Demhat Agît û Cemîl Amed ji ber karên neteweyî, siyasî, dîplomatîk û tenduristiyê li bajarê Silêmaniye yê Başûrê Kurdistanê bûne.

KCKê daye xuyakirin, ew rayedarên wan bi operasyoneke leşkerî “di êrîşeke hewayî de” hatine kuştin.

Komîteya Têkiliyên Derve ya KCKê amaje bi hebûna plan û komployeke navdewletî li dijî Kurdan dike û dibêje: “Vê êrîşê careke din nîşan da ku komploya navneteweyî ya li dijî Kurdan li her çar parçeyên Kurdistanê di meriyetê de ye. Hêzên navneteweyî yên hevparê vê êrîşê îradeya Kurdên azad û hişmendiya rêxistinbûyî kirin hedef. Bêguman hin hêzen herêmî û ajanên noker piştevaniya vê komploya Tirkiye ya faşîst mêtinger kirine. Hêzên êrîşkar bi hedefkirina karên siyasî, civakî û dîplomatîk dixwazin ku gelê me bê îrade û bê nûner bihêlin.”

KCKê daxwaz ji YNKê, Parlamentoya Kurdistanê û herwiha Hikûmeta Herêma Krudistanê kiriye, ku derbarê êrîşê de lêkolînan bikin û tekez dike: “Ev komkujiya ku li Silêmaniyeyê hate kirin di serî de ji aliyê YNKê divê ji aliyê parlamenta neteweyî ya Kurdistanê û hikûmeta herêmî ve bê eşkerekirin û êrîşên dewleta Tirkiyê ku ji komkujiyê berpirsyare bê redkirin û şermrezarkirin. Ev êrîşa ku dewleta Tirk ji hewayê ve kiriye binpêkirina qada hewayî ye û nîşan dide ku qada hewayî ji aliyê kê ve hatiye binpêkirin. Hem em hem jî gelê me li bendê ne ku ev êrîşa siyasî û komkujî bê eşkerekirin.”

Di berdewaniya daxuyaniya xwe de, Komîteya Têkilyên Derve ya KCKê banga avakirina yekîtiya netewî dike û dibêje: “Di serî de hêzên siyasî yên Başûrî, em bang li Kurdan hemûyan dikin ku yekîtiya xwe ya neteweyî pêk bînin û helwesteke xwedîderketina li şehîdan nîşan bidin. Em bang li gelê xwe û hêzên siyasî dikin ku di 23'ê Cotmeha 2019'an de li Silêmaniyeyê beşdarî merasîmê bibin û helwesta xwe nîşan bidin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst