MEXMÛR - Artêşa Îraqê nexweşxane kiriye baregeh: 235 hezar kes bê nexweşxane ne

22-10-2025
RÛDAW
Navenda Mexmûrê / Wêne: Rûdaw
Navenda Mexmûrê / Wêne: Rûdaw
Nîşan Mexmûr Nexweşxane Artêşa Îraqê Baregeh
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Yekane nexweşxaneya li navçeya Mexmûrê piştî bûyerên 16ê Çiriya Pêşîn veguheriye baregeheke leşkerî ya artêşa Îraqê.

Nifûsa Mexmûrê nêzîkî 235 hezar kes e û niha li navçeyê tenê navendeke tenduristiyê heye û xelk ji bo nexweşiyên herî sivik jî neçar dimîne ku biçe bajarên din.

Hecî Mihemedê Mexmûrî yê malnişîn got:

“Ji bo her pirsgirêkeke xwe ya tenduristiyê divê em biçin Hewlêrê.”

Her wiha Îsmaîl Cewherê ku karmend e got, “Nexweşxaneyeke me hebû, ew jî kirin baregeha leşkerî.”

Geylan Sedredînê bazirgan jî anî ziman:

“Ji bo serêşiyekê jî divê em biçin Hewlêrê yan jî Geyareyê, li Mexmûrê tiştek nayê kirin.”

Li Mexmûrê bi dehan partiyên Kurdistanî û Îraqî ji bo hilbijartinan bangeşeya xizmetguzarî û xweşguzeraniyê dikin.

Bijîşk Dilêr Sabirê ku namzedê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) yê Nînowayê ye got:

“Ez 30 sal in bijîşk im û 20 salan jî min birêvebiriya nexweşxaneyê kiriye.

Li navçeya Mexmûrê ti nexweşxane nînin, tenê navendeke tenduristiyê heye.

Niha xelkê Mexmûrê ji bo emeliyateke hêsan diçe Hewlêr û Mûsilê.”

Zêdetirî salekê ye ku Qaymeqamê Mexmûrê bi nivîseke fermî ji Parêzgarê Nînowayê û fermandariya artêşê ya li parêzgehê xwestiye ku nexweşxaneyê vala bikin.

Lê aliyê Îraqî ji wan re gotiye, “Her dema ku cihekî cîgir ji bo me hat peydakirin, em dê vala bikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst