Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel piştî hevdîtina bi Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê re daxuyanî da û got, heqaretên ku li Leyla Zanayê hatine kirin "nayên qebûlkirin."
Endamên Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û Ozgur Faik Erol saet 12:00an çûn Navenda Giştî ya CHPyê û bi Serokê Giştî Ozgur Ozel re civiyan.
Wekîlê Serokê Koma CHPyê Murat Emîr heyet li pêşiya Navenda Giştî pêşwazî kir.
Di hevdîtina Heyeta Îmraliyê û Serokê Giştî yê CHPyê de, paşeroja pêvajoyê û nexşereya nû hatin gotûbêjkirin.
Ozel piştî civînê daxuyanî da û bertekeke tund nîşanî dirûşmên dijûnî yên li hemberî Leyla Zanayê da û teqez kir ku ev yek nayê qebûlkirin.
Ozel diyar kir ku ew di çarçoveya armanca aştî, biratî û Tirkiyeya demokratîk de, pêvajoyeke ku teror bi dawî bibe, aramiya civakî pêk were û her kes bi hêvî li paşerojê binêre diparêzin.
Dihat payîn ku heyet hefteya borî bi Serokê CHPyê re bicive lê ew hevdîtin ji ber wefata Şaredara Şehzadelerê Gulşah Durbayê hatibû bipaşxistin.
“Nayê qebûlkirin”
Serokê CHPyê Ozgur Ozel di daxuyaniya hevpar a çapemeniyê ya piştî hevdîtinê de wiha got:
"Rûdanên nayên qebûlkirin ên ku hefteya borî li hemberî Rêzdar Leyla Zanayê qewimîn.
Min xwest ez jê re telefonê vekim û hestên xwe bînim zimên lê ji ber pêvajoya dijwar a ku em tê de ne me nekarî pêwendiyeke telefonî pêk bînin.
Min daxwazên me yên baş, xemgîniya me û şermezarkirina me ya ji bo bûyerê li hundir anî zimên.
Ez dixwazim careke din li vir li pêşberî raya giştî jî bêjim. Nêzîkatiyeke wiha ya ku jinekê, dayîkekê dike hedef li van axan nayê.
Em li ser van axan, li Anatolyayê tiştekî wiha qet û qet qebûl nakin. Ev li dijî bawerî û çanda me ye jî.
Bi taybetî, ez dixwazim bêjim ku ne mimkin e ku ti kes ji me rê bide nêzîkatiyeke ku hewl dide stadyuman di ser bûyerên siyasî yên welêt re li dijî siyasetmedarekê bi kar bîne.”
“Komîsyon dê ji bo nivîsandina raporê bicive”
Serokê CHPyê her wiha li ser xebatên Komîsyonê jî ev agahî dan:
“Me pêvajoya heta îro û ya piştî vê nirxand.
Îro saet 16:00an heyeta 5 kesî ya ji nûnerên partiyên siyasî pêk tê, ji bo gotûbêjkirina pêvajoya nivîsandina rapora Komîsyonê û prensîb û salnameya xebatê dê bicive.
Wekîlê Serokê me Birêz Murat Emîr dê nûnertiya partiya me bike.”
#VÎDEO - Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê bi #CHP'yê re civiya
— RudawKurdi (@RudawKurdi) December 22, 2025
🛑Heyeta Îmraliyê îro bi EMEPê re jî dicive
🎙️ Hevkarê me Şewket Herkî li ser mijarê agahiyan dide we #DEMPartî pic.twitter.com/B5nzf64aNH
“Em paşerojekê dadperwer hêvî dikin”
Ozgur Ozel behsa armancên xwe yên ji bo paşeroj û rewşa Sûriyeyê jî kir û got:
“Em hêvî dikin ku Komîsyon qonaxa nivîsandina raporê bi lez bi pêş ve bibe û li ser nêzîkatiyên hevpar ên partiyan, pêvajoyekê bi hev re pêk bînin ku hemû kes qebûl bike û pesend bike.
Em hêviya paşerojekê dikin ku armanca ‘Tirkiyeya Bêteror’ û armanca Tirkiyeya demokratîk bi hev re, ne li pey hev lê di nav hev de pêk bîne.
Paşerojeke ku li ser van axan rondik bisekinin, biratî û aştî serdest be û Tirk û Kurd destên hev bigirin, mil bidin hev û ji bo paşeroja zarokên xwe bi fikar nebin.
Paşeroja ku herî baş perwerdeyê bibînin. Em hêviya paşerojekê dikin ku em bi hev re bi lez bi pêş bikevin û bi awayekî dadperwer parve bikin.
Hem li Tirkiye hem li Sûriyeyê hem ji bo Tirkan, hem ji bo Kurdan, hem ji bo Durziyan, hem ji bo Elewiyan û hem jî ji bo Tirkmenan..."
“CHP îradeya lîstina rola erênî nîşan dide”
Piştî Ozgur Ozel, Pervîn Buldanê jî got,"Ji bo ku pêvajoyeke wiha careke din neyê jiyîn divê em hemû destê xwe deynin bin kevir.
Erka me hemûyan e ku em aştiyê diyarî 86 milyonî bikin. Ez dixwazim diyar bikim ku em giringiyeke mezin didin vê hevdîtinê.
Ez spasiya Rêzdar Serokê Giştî û we dikim."
Li aliyê din Mîthat Sancar jî behsa xebatên pêvajoya çareseriyê kir û wiha got:
"Em her carê tînin zimên ku ev pêvajoyeke piralî û dijwar e. Divê em careke din bi bîr bînin ku ruhê van pêvajoyan ne munazere ye, muzakere (dan û standin) ye.
Me rexne û itîrazên xwe bi hev re parve kirin lê em li ser mijarekê li hev dikin.
Pêvajo dê bi hevdîtinên dualî bimeşe. Me careke din dît ku CHP îradeya ku di vê pêvajoyê de rola xwe bi awayekî erênî bilîze nîşan dide.
Ev gelekî girîng e. Em neçar in ku li hemberî hawîrdora aloziyê, şer û nijadperestiyê ku tê xwestin were belavkirin, bi pêkvejiyana aştiyê têkoşîneke hevpar bimeşînin.
Em careke din spasiyên xwe pêşkêşî CHPyê, Rêzdar Ozgur Ozel û heyeta wî dikin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse