Fîdan: Hevahengiya HSD û Îsraîlê rê li ber dan û standinên bi Şamê re digire

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Hakan Fîdan Eshed Şeybanî HSD Sûriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan li Şamê ragihand ku divê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) tevlî artêşa Sûriyeyê bibin û îdia kir ku hevahengiya Îsraîl û HSDyê rê li ber dan û standinan digire.

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan, Wezîrê Parastina Tirkiyeyê Yaşar Guler û Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin bi serdaneke fermî çûbûn Şamê.

Hakan Fîdan piştî hevdîtinan, li gel hevtayê xwe yê Sûriyeyî Eshed Hesen Şeybanî civîneke hevpar a çapemeniyê li dar xist.

Fîdan destnîşan kir ku ew yekparçeyiya Sûriyeyê diparêzin û diyar kir ku divê HSD teqez bi rêveberiya Şamê re li hev bike.

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê li ser mijarê wiha got:

"Tevlîbûna HSDyê ya nav birêvebiriya Sûriyeyê; kirina vê yekê bi rêya diyalog û lihevkirinê dê di berjewendiya her kesî de be.

Astengiyên li pêşiya Sûriyeyê yên ji bo bidestxistina aramiya herî mezin a dîroka wê û yekparçeyiyê divê rabin.

Entegrasyona vê pêkhateyê ya nav artêşa Sûriyeyê û pêkhateya îdarî, ji bo refaha herêmê gaveke awarte û girîng e."

"Hevahengiya Îsraîl û HSDyê dan û standin xitimandiye"

Hakan Fîdan îdia kir ku dan û standinên di navbera Şam û HSDyê de ji ber faktora “Îsraîlê” bêencam mane û wiha pê de çû:

“Em dibînin ku li wir (aliyê HSDyê) niyeta bipêşvebirina dan û standinan nîne.

Sedema sereke ya vê yekê ew e ku HSD hinek çalakiyên xwe di nava hevahengiyê de bi Îsraîlê re dimeşîne.

Ev rastî, niha astengiya herî mezin e li pêşiya hevdîtinên ku bi birêvebiriya Şamê re tên meşandin.”

Piştgiriya ji bo Şamê û “Yasaya Sezarê”

Fîdan diyar kir ku ew hewlên birêvebiriya heyî ya Sûriyeyê yên ji bo dabînkirina aramiyê teqdîr dikin û bal kişand ser girîngiya rakirina sizayan ji bo zindîbûna aborî.

Fîdan da zanîn ku Tirkiye amade ye di mijarên bazirganî, lojîstîk û têkoşîna bi terorê re bi Sûriyeyê re hevkariya tam bike û behsa bipêşketinên li Amerîkayê kir:

"Birêvebiriya Sûriyeyê tabloyek derxist holê ku bi rastî aramiyê dabîn dike û hewl dide yekparçeyiyê xurt bike.

Bi rakirina Yasaya Sezarê re hatina hilberîneran ji bo vir avantajeke mezin e.

Di vê xalê de divê em di mijara rakirina Yasaya Sezarê de, di serî de ji Birêz Trump, spasiyên xwe pêşkêşî birêvebiriya Amerîkayê bikin.

Ev rewş dê tevkariyeke mezin li aramiya herêmê bike."

Mijara Xezeyê

Fîdan di daxuyaniya xwe de behsa trafîka dîplomasiyê ya derbarê Xezeyê de jî kir û hûrgiliyên xebatên navbeynkariyê yên bi Amerîka, Misir û Qeterê re parve kirin.

Hakan Fîdan diyar kir ku ew li bendê ne di hefteyên ewil ên sala nû de derbarê jinûveavakirin û birêvebirina Xezeyê de gavên şênber bên avêtin û teqez kir ku Tirkiye dê di avakirina aştiya herêmî de rola xwe ya sereke bidomîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst