Fîdan û Şeybanî civiyan: 'Me hevdîtinên Şam û YPGyê gotûbêj kir'

Duh li 09:11
RÛDAW
Nîşan Hakan Fîdan Eshed Şeybanî Sûriye YPG HSD
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan li ser şerê Rûsya û Ukraynayê got, "Di vî şerê ku 4 sal in didome de bi ya min em ji bo aştiyeke mayînde gelekî nêzîk in."

Fîdan her wiha bi Wezîrê Karên Dervê yê Sûriyeyê Eshed Şeybanî re jî civiya û got, "Me hevdîtinên Şam û YPGyê gotûbêj kir.

Hakan Fîdan piştî civîna Hevpeymaniya Dilxwazan a li ser Ukraynayê li Balyozxaneya Tirkiyeyê ya li Parîsê civîneke çapemeniyê li dar xist.

Fîdan diyar kir ku li Parîsê rojake wî ya dagirtî derbas bûye û ew ji bo hevdîtineke sêalî bi Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Eshed Hesen Şeybanî re civiya ye.

"Me hevdîtina wan a bi YPGyê re bi hûrgilî gotûbêj kir"

Fîdan da zanîn ku wan di hevdîtina bi Şeybanî re behsa mizakereyên di navbera Îsraîl, Sûriye û Amerîkayê de kiriye û Tirkiye van bipêşketinan ji nêzîk ve dişopîne.

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê got, "Em bi berdewamî hem bi aliyê Sûriyeyê re hem jî bi aliyê Amerîkayê re di nava şêwrê de ne" û wiha pê de çû:

"Piştî civînê em bi hev re rûniştin. Me li ser yek du mijaran bi hûrgilî nîqaş kir.

Hem behsa qonaxa mizakereyên îro hat kirin, hem jî me li ser encamên hevdîtinên wan ên beriya çend rojan ên bi YPGyê re gotûbêj kir. Me ev mijar bi awayekî berfireh nirxandin."

Fîdan bi bîr anî ku ew bi Balyozê Amerîkayê yê Enqereyê û Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê Tom Barrack re jî civiya ye û li ser rewşa hevdîtinên sêalî zanyarî wergirtine.

Tevgerên Îsraîlê yên li Sûriyeyê

Wezîr Fîdan li ser tevgerên Îsraîlê yên li qada Sûriyeyê got:

"Em dibînin ku ev tevgerên provokatîf, berdewamiya siyaseta berfirehparêz û cudaxwaz a Îsraîlê ya li herêmê ye.

Di warê aramiya herêmê de gelekî girîng e ku tespîtên pêwîst bên kirin û tevdîr bên girtin."

Fîdan destnîşan kir ku divê hem welatên herêmê vê yekê bikin û hem jî rola Amerîkayê di vî warî de heye.

"Em ji bo aştiyê nêzîk in"

Hakan Fîdan civîna li Parîsê ya li ser Ukraynayê "girîng" dît û got:

"Ez li ser navê Serokkomarê me beşdarî civînê bûm. Xeynî welatan, saziyên wekî Yekîtiya Ewropa û NATOyê jî li vir bûn.

Di vî şerê ku 4 sal in didome de bi ya min em ji bo aştiyeke mayînde gelekî nêzîk in.

Bi kêmanî em dibînin ku mijarên sereke yên aştiyê bi awayekî cidî tên nîqaşkirin.

Bi dîtina me, eger ev peyman bê îmzekirin, ew dê ne tenê bibe peymana bidawîkirina şerê li Ukraynayê.

Ev dê bibe peymaneke ku têkiliyên aştiyane yên di navbera Rûsya û Ewropayê de diyar dike.

Her wiha ez dinirxînim ku dê bibe peymaneke berfireh ku polîtîkayên Rûsyayê yên herêmê diyar dike."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst