Hewlêr (Rûdaw)- Serokê Giştî yê Doza Azad (HUDA PAR) Zekeriya Yapicioglu eşkere kir eger ji bo pêvajoyê gav neyên avêtin jî divê PKK çekan deyne.
Serokê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu li parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê bi nûnerên dezgehên medyayê yên Mêrdînê re civiya û li ser pêşhatên pêvajoyê axivî.
Yapicioglu amaje bi ziyaretên heyeta DEM Partiyê rola Serokê MHPyê kir û got:
”Birêz Bahçelî axaftinek di grûba partiya xwe de kir.
Pêvajo bi wê axaftinê dest pê kir. Ev pêvajo çi ye, navê wê çi ye, ber bi ku ve diçe, ev pêvajoyeke bêçekkirinê ye an jî pêvajoyeke din a çareseriyê ye?
Her kesî navek cuda lê dike lê ev rastiyeke ku piraniya kesên li ser vê pêvajoyê de diaxivin ji destê yekem ne xwedî zanyarî ne.
Kêmasiyeke cidî ya zanyariyan heye.”
“Em piştgiriyê didin pêvajoyê”
Li gorî gotina Zekeriya Yapicioglu ew kesên li ser pêvajoyê diaxivin tenê texmînan dikin û got:
“Navê wê û girîngiya wê her çi be bila ew be lê em dixwazin balê bikişînin ser van xalan.
Ya yekem bêdengbûna çekan û rawestîna xwînê girîng û binirx e.
Her hewldaneke ku vê yekê pêkbîne jî ji aliyê me ve binirx e û em dê piştgiriya wê bikin.
Em dixwazin xwînrijandin raweste û çek bêdeng bin.”
Em ji wan kesên ku çek di destê wan de ne re dibêjin, eger di çareseriya meseleyê de gav bên avêtin û neyên avêtin jî divê teqez çek bên danîn.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse