Zekeriya Yapicioglu: Dijminatî têk çû, dê biratî bi ser bikeve

12-07-2025
RÛDAW
Nîşan Zekeriya Yapicioglu HUDA PAR Pêvajoya Çareseriyê PKK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê Partiya Doza Azad (HUDA PAR) Zekeriya Yapicioglu li ser şewitandina çekan a gerîlayên PKKyê got, “Dijminatî têk çû, dê biratî bi ser bikeve, dê qencî serwer be.”

Di merasîmeke li Şikefta Caseneyê ya di nava sînorê navçeya Dûkanê ya parêzgeha Silêmaniyê de doh komeke gerîlayên PKKyê wekî “nîşaneya niyetpakiyê” ya ji bo serkeftina pêvajoya çareseriyê çekên xwe şewitandin.

Serokê Giştî yê Partiya Doza Azad (HUDA PAR) Zekeriya Yapicioglu derbarê îmhakirin û şewitandina çekan a 30 gerîlayên PKKyê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek belav kir.

Zekeriya Yapicioglu di peyama xwe de anî ziman:

“Rêyeke din nîne! Tovên dijminatiyê li ser vê axê hêşîn nebûn û dê hêşîn nebin jî.

Dijminatî têk çû! Dê biratî bi ser bikeve, dê qencî serwer be.”

Zekeriya Yapicioglu di daxuyaniya xwe de cih da meala Tirkî ya ayeta 10an a Sureya Hucuratê ku wiha ye:

“Bawermend tenê bira ne, wisa be nava birayên xwe sererast bikin, xwe ji dijberiya Xweda biparêzin da ku hûn bigihêjin rehma Wî.”

Di merasîmê de 30 gerîlayên ku di nava wan de Hevseroka Desteya Birêvebir a KCKyê Besê Hozat û sê berpirsên din ên payebilind hebûn çekên xwe şewitandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst