Hewlêr (Rûdaw)- Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan bangî Tirkiyeyê kir ku êrişên li ser Bendava Tişrînê bisekinîne û ji Tirkiyeyê xwest destê aştiyê dirêjî Kurdên Rojavayê Kurdistanê bike.
Rêxistina DEM Partiyê ya Rihayê ji bo şermezarkirina şerê li Bendava Tişrînê daxuyaniyeke çapemeniyê li dar xist.
Parlamenterên DEM Partiyê Omer Ocalan û Ferît Şenyaşar jî tevlî daxuyaniyê bûn.
Omer Ocalan piştî daxuyaniyê axaftinek kir û eşkere kir ku ji 27ê Çiriya Paşîn a 2024an ve Tirkiye êrişî derdora Minbîc, Kobanî û Bendava Tişrînê dike û şer li herêmê dewam dike.
Ocalan got, "Ev roj, rojên dîrokî ne" û diyar kir ku derfeta avakirina aştiyeke bi rûmet heye.
"Divê Kurd piştgiriyê bidin Rojava"
Ocalan derbarê rewşa li Bendava Tişrînê de got:
"Li Tişrînê rojnameger, siyasetmedar, sivîl, zarok û xwendekarên zanîngehê tên bombebarankirin.
Ev şer zirarê dide aştiyê. Divê tavilê bên sekinandin.
Tişrîn ji bo me cihê rûmetê ye. Me xaka ti kesî dagir nekiriye. Destê aştiyê dirêjî Rojava bikin.
Ev gel aştiyê heq dike."
Parlamenter Ocalan bal kişand ser hevdîtinên bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re jî û domand:
"Pêvajoyek heye û birêz Ocalan rola xwe dilîze. DEM Partî piştgiriyê dide. Divê Pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk çareser bibe.
Qetilkirina xwişk û birayên me ya li Rojava zirarê dede me tevan. Çareserî wiha nabe.
Divê siyasetmedarên Kurd li her derê bên gel hev û piştgiriyê bidin Rojava
Jiyana nû ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo hemû gelan hêvî ye. Em piştgiriyên didin. Em êrişên ser Tişrînê şermezar dikin.
Divê ev êriş bi lez bên sekinandin û ji bo çareseriya demokratîk gav bên avêtin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse