Hewlêr (Rûdaw) - Hat ragihandin ku li Xarpêtê di nav rojekê de 5 kes li mala xwe mirî hatine dîtin.
Li parêzgeha Xarpêtê ya Bakurê Kurdistanê di nav rojekê de 5 kes li malên xwe mirî hatin dîtin û 4 kes ji wan jin in.
Li ser agahdarkirinê, tîmên tenduristiyê û hêzên ewlehiyê çûne malan û lêkolîn hatine kirin.
Li gorî zanyariyan kesek bi nexweşiya tayê û yên din jî her yek ji ber nexweşiyeke cuda miriye.
Her wiha ji 5 kesên ku mirine 4 kes jê jin in û kesek jê jî mêr e.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse