DBP: Êdî yekbûna Kurdan li ser bingeha yekîtiya neteweyî pêwîst e

23-01-2025
RÛDAW
Nîşan DBP Civîna Meclisa Partiyê Encamname
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ragihand ku “Îro guherîna hevsengiyên li Rojhilata Navîn û konjonktura global a ku bi şerê cîhanî yê nû ve tê şekilkirin, êdî yekbûna Kurdan li ser bingeha yekîtiya neteweyî pêwîst dike.” 

DBPyê piştî Kongreya 7emîn a Asayî, 19ê Kanûna Paşîn a 2025a civîna Meclisa Partiyê li dar xist.

Meclisa Partiyê ya DBPyê encamnameya civîna xwe eşkere kir. 

DBPyê di encamnameya civîna xwe de bal kişand ser çareseriya demokratîk a pirsgirêkaan Kurd, azadiya fîzîkî ya Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan, yekitiya neteweyî ya gelê Kurd û statûya Kurdan.

Encamnameya civîna Meclisa Partiyê ya DBPyê wiha ye: 

“Me piştî Kongreya 7emîn a Asayî ya ku me 12yê Kanûna  Paşîn a 2025an pêk anî, 19ê Kanûna  Paşîn a 2025an civîna xwe ya yekem a PM pêk anî.

Di civîna ku bi beşdariya hemû hevalên PM ên ku dê di serdema nû de wezîfe bigirin, pêk hat de nirxandinên berfireh li ser pêşveçûnên siyasî û civakî yên li cîhanê, Rojhilata Navîn û Kurdistanê hatin kirin û di vê çarçoveyê de tespîtên girîng jî hatin kirin.

“Gelên Kurdistan di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibin”

Di vê çarçoveyê de, em wekî gelên Kurdistan û Rojhilata Navîn di bin siya şerekî cîhanî yê nû de, di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibin.

Modernîteya Kapîtalîst, bi taybetî ji nîvê sedsala 20emîn vir ve krîzên kûr dijî.

Ev rewşa krîzê, di nav hewayeke ku newekheviyên aborî û civakî yên global zêde  dibin, krîzên ekolojîk kûr dibin û nirxên demokratîk têk diçin de, her diçe zêdetir berbiçav dibe.

Bi taybetî, stratejiyên ku li ser çavkaniyên enerjiyê yên nû bi pêş dikevin, bi derketina şerekî mezin ê li seranserî cîhanê ve xwe nû dikin.

“Rojhilata Navîn ji bo nûveşekilgirtina Modernîteya Kapîtalîst derdikeve pêş”

Rojhilata Navîn ku wekî navenda vî şerî tê dîtin, wekî qadeke krîtîk a ji bo nûveşekilgirtina Modernîteya Kapîtalîst derdikeve pêş.

Nakokiyên pergala kapîtalîst a navendî li Rojhilata Navîn ne tenê bûne şerê aborî û siyasî, di heman demê de bûne şerê îdeolojîk jî.

Krîzên ku Modernîteya Kapîtalîst dijî, ji bo gelên Rojhilata Navîn hem gef hem jî derfetekê pêşkêş dike.

Di demeke wisa de, gelê Kurd jî bi gelên din ên herêmê re, xwedî potansiyela bilindkirina têkoşîna azadî û demokrasiyê ye li ser bingeheke hevpar e.

Lêbelê, bikaranîna vê derfetê, ne tenê têkoşîna gelê Kurd, di heman demê de têkoşîna hevpar a hemû gelên herêmê ji bo mafên wekhev pêwîst dike.

“Kurd ji bo bikaranîna vê derfeta dîrokî xwedî hêz e”

Gelê Kurd ji bo bikaranîna vê derfeta dîrokî xwedî hêz e, di vê pêvajoyê de hem dikare azadiya xwe û hem jî ya gelên Rojhilata Navîn ava bike.

Li ser vî bingehî têkoşîna azadiyê ya ku bi pêşengiya gelê Kurd pêş dikeve, dê deriyê demokratîkbûna Rojhilata Navîn veke.

Bêguman yek ji gavên herî girîng ên ji bo gihîştina vê encamê jî pêkanîna Yekîtiya Neteweyî ya Kurd e.

“Êdî yekbûna Kurdan li ser bingeha yekîtiya neteweyî pêwîst e”

Îro guherîna hevsengiyên li Rojhilata Navîn û konjonktura global a ku bi şerê cîhanî yê nû ve tê şekilkirin, êdî yekbûna Kurdan li ser bingeha yekîtiya neteweyî pêwîst dike.

Sernaveke din a ku konjonktura global ferz dike jî çareseriya pirsgirêka Kurd e.

Pirsgirêka Kurd a ku bi Rejîma Komarê ya ku sedsala xwe ya duyemîn dijî bi awayekî sîstematîk bê çareserî hatiye hiştin, di qonaxa ku hatiye de wekî pirsgirêkeke global di nav sedemên bingehîn ên krîzên li Rojhilata Navîn de cih digire.

“Bipêşveçûnên girîng qewimîn”

Ji 1ê Çiriya Pêşîn a 2024an ve di navê çareseriya vê pirsgirêkê de bipêşveçûnên girîng qewimîn.

Lêbelê, em dizanin ku nîqaşên ku di bin navê çareseriyê de li ser pirsgirêka Kurdan a ku mijareke li ser siyasetê têne kirin, gelekî kûrtir in.

Her çiqasî li raya giştî derbarê çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurdan û aştiya bi rûmet de heyecanek çêbibe jî hedefgirtina destkeftiyên li Rojava, xespkirina îradeya bi siyaseta qeyûman û operasyonên siyasî, darbeyê li hêviya çareserî û aştiyê dixe.

Ji ber vê yekê, bidawîbûna konsepta êriş û înkarê, rakirina tecrîda li ser Birêz Ocalan û hevdîtinên çarenûsî pêwîst in.

“Azadiya Ocalan mifteya aştiyê ya li Rojhilata Navîn e”

Êdî divê bê zanîn ku azadiya Birêz Ocalan mifteya yekane yê aştiya li Rojhilata Navîn e.

Ji ber vê yekê wekî DBPyê, em bi biryar in ku ji bo çareseriya vê pirsgirêkê her nîqaş û hewldanên ku bê kirin, divê di bin navê pêvajoyê de bê dayîn û di çarçoveya gavên berbiçav de pêk were.

Bêguman di vê rewşê de gava herî girîng a ku dê bê avêtin jî dê azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan be.

Ji ber ku modela jiyana hevpar (neteweya demokratîk-konfederalîzma demokratîk) a ku Birêz Ocalan formule kiriye xwedî girîngiyeke heyatî ye.

Ev model, ji bo avakirina aştiya mayînde li Kurdistan û Rojhilata Navîn xwedî taybetmendiya nexşerêyê ye.

“Modela civaka azadiya jinê û ekolojîk niha li Rojava tê pêkanîn”

Modela civaka azadiya jinê, demokratîk, komunal û ekolojîk niha li Rojava tê pêkanîn.

Berxwedana ku li Bendava Tişrîn û Pira Qereqozaqê tê meşandin jî di esasê xwe de xuyakirina biryardariya parastina modela Rojava ya gelan e.

Di vê çarçoveyê de, em wekî DBP ku li ser esasa Siyaseta Rêya 3yemîn, bi paradigmaya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê têkoşîna xwe didomînin, avakirina şert û mercên aştiyê ji bo çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurd û di vê çarçoveyê de mezinkirina têkoşîna me ya siyaseta demokratîk wek berpirsiyariyeke dîrokî dibînin.

Li ser bingeha vê berpirsiyariyê;

• Çareserkirina pirsgirêka Kurdan bi rêbazên demokratîk û aştiyane

• Pêkanîna azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan

• Avakirina Yekîtiya Neteweyî ya Kurd

• Parastina destkeftiyên gelê Kurd bi taybetî yên li Rojava û bidestxistina statûya gelê Kurd

• Di perspektîfa Siyaseta Rêya 3yemîn de xurtkirina Siyaseta Demokratîk

• Xwedîderketina daxwazên gel ên demokrasî û azadiyê bi serketinê encamkirina li ser xalên hevpar

• Azadkirina girtiyên siyasî yên ku bi awayekî ne hiqûqî di girtîgehan de têne girtin

• Herî girîng jî avakirina civaka azad bi pêşengiya Têkoşîna Azadiya Jinan dê bibin sernavên rojevê yên bingehîn ên ku di siyaseta serdema nû de ji xeta me ya têkoşînê re şekil bide.

Ji bo pêkhatina van rojevên ku ji bo paşeroja nirxên demokrasî û azadiyê ji hev girîngtir, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) dê di serdema nû de di biryardariya mezinkirina têkoşînê de be.

Ji bo têkoşîneke serfîraz, partiya me dê ji bo pêkanîna hemû biryaran bi rêxistinbûneke xurttir û berfireh, dibistanên partiyê/bernameya perwerdeyê li her derê bi cih bîne.

Her wiha, em dê bi mekanîzmaya rêxistinbûnê ya ku rêxistinên bajar û navçeyên me bi awayekî çalak tê de cih digirin, çareseriya pirsgirêkan hêsan bikin û têkiliya di navbera gel û partiyê de xurt bikin.

Li ser vê bingehî, em dê têkoşîna xwe di biryardariya Partiya Herêmên Demokratîk a ji aliyê rol û mîsyona xwe ve wekî hêza bingehîn a siyasî û civakî ya Kurdistanê de bidomînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst