Encamnameya Konferansa Aştiyê: Tirkiye hewcedarê peymaneke nû ya civakî ye

6 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Konferansa Aştiyê ya Stenbolê Encamname DEM Partî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di encamnameya Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî de hat gotin ku “Tirkiye hewcedarê peymaneke nû ya civakî ye”

Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî 6-7ê Kanûna Pêşîn li Navenda Çandê ya Cem Karacayê ya li navçeya Bakirkoyê ya Stenbolê hat lidarxistin û du rojan berdewam kir.

Konferans bi beşdariya siyasetmedar, akademîsyen û rojnamegerên ji 19 welatan hatibû lidarxistin.

Encamnameya Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî ya li Stenbolê hat weşandin.

Di encamnameya konferansê de hat diyarkirin ku şerê 40 salan ê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanêê bûye sedema êş û wêraniyeke mezin û êdî dema wê hatiye ku ev pevçûn bi peymaneke nû ya civakî bi dawî bibe.

"Pêngava Ocalan û biryara PKKyê dîrokî ye"

Di dncamnameya de hat xwestin ku "Mafê Hêviyê" yê Abdullah Ocalan were bicihanîn, tecrîda li Îmraliyê bi tevahî rabe û rêziknameyên destûr werin amadekirin.

Beşdaran diyar kir ku ew "pêvajoya aştiyê" ya ku Abdullah Ocalan dabû destpêkirin wekî derfeteke dîrokî dibînin û got, "Ev gav ji bo bidawîkirina pevçûnan û aramiya herêmê derfeteke mezin e."

Beşdaran diyar kir ku heta azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan pêk neyê, aştiyeke birûmet zehmet e û wiha hat gotin:

"Wekî ku di biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê de jî hatiye diyarkirin, em rêziknameyên zagonî yên ku Mafê Hêviyê nas dikin, ji bo aştiyeke birûmet wekî şert dibînin."

Modela netewe-dewletê û birêvebiriyên herêmî

Di konferansê de modelên çareseriyê yên cîhanî yên wekî Başûrê Afrîkayê, Îrlanda, Herêma Baskê û Katalonyayê hatin nîqaşkirin.

Di encamnameyê de hat destnîşankirin ku modela netewe-dewletê newekheviya civakî kûrtir dike û Tirkiye hewcedarê peymaneke nû ya civakî ye.

Li ser vê yekê jî wiha hat gotin, “Divê rêbazên hişk û navendî yên ku dibin sedema pevçûnan, bi rêbazên ku yekîtiya civakê çêdikin bên guhertin.

Modelên rêveberiya herêmî li Tirkiyeyê divê bên nîqaşkirin û qanûnên ku rêveberiyên herêmî xurt dikin bên derxistin."

“Bibin garantor”

Beşdarên navneteweyî rola Yekîtiya Ewropayê jî rexne kir û xwest ku ew roleke çalaktir bilîzin.

Di encamnameyê de hat gotin, "Divê Yekîtiya Ewropayê roleke çalaktir û hîn çêker bilîze.

Eger pêwîst be û bi razîbûna hemû aliyan, Yekîtiya Ewropayê dikare wekî navbeynkar an garantor beşdarî pêvajoya aştiyê bibe."

Peymana Nû ya Civakî

Di beşa dawî ya encamnameyê de hat tekez kirin ku Tirkiye hewcedarê "Peymaneke Civakî ya Demokratîk" e ku hemû nasname, bawerî û gelan li ser bingeha hemwelatîbûna wekhev hembêz dike.

Hat diyarkirin ku azadiya girtiyên siyasî, di serî de ya Ocalan û girtiyên Doza Kobaniyê, ne "lûtfek" e, lê "pêdiviyeke dîrokî û qanûnî" ye.

Ev jî tevahiya encamnameya Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî ye:

“Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî 6-7ê Kanûna Peşîn a 2025an li Stenbolê bi awayekî serkeftî hat lidarxistin. Konferansa me ji 19 welatan, bi temamî ji 5 parzemînan siyasetmedar, akademîsyen, rojnameger, parêzvanên mafên mirovan û nûnerên parlamentoyan anîn cem hev ku ew di demên cuda de di warên curbecur de xebitîne.

Wekî beşdarên navneteweyî, em êş, wendahî û wêraniya ku ji ber pevçûna zêdetirî 40 salan li Tirkiyeyê qewimîn, ji kûrahiya dil hîs dikin. Ji bo rawestandina vê êşê, divê pevçûn bi tevahî bi dawî bibe û aştiya mayînde bi peymaneke civakî ya demokratîk bê avakirin.

Di vê serdemê de ku gelê Kurd li Tirkiyeyê bi zilm û vederkirinê re rû bi rû ye, em pêvajoya ku bi pêşengiya Birêz Ocalan hatiye destpêkirin wekî derfeteke girîng ji bo gelên Tirkiyeyê dibînin. Digel vê yekê pir girîng e ku ev pêvajo bi awayekî berfirehtir, çêker û encamgir bê meşandin.

Dema ku meylên otorîter û faşîst li seranserê cîhanê zêde dibin, civak hewceyê rêbertiyekê ye ku dikare rêya aştiyê veke. Birêz Ocalan nîşanî civaka navneteweyî daye ku ew dikare li hemberî tundiya li Tirkiye û Rojhilata Navîn hem bi awayekî pratîkî û hem jî bi awayekî rewşenbîrî, rêya aştiyeke mayînde veke. Ji ber vê yekê, em Abdullah Ocalan ne tenê wekî nûnerê gelê Kurd, di heman demê de ji bo aştî, veguherîna demokratîk û pirrengiyê ya li Tirkiye û Rojhilata Navîn wekî aktorekî girîng dibînin.

Pêvajoya Aştiyê ya ku ji aliyê Birêz Ocalan ve 27ê Sibata 2025an hat destpêkirin, ji bo rawestandina pevçûnan derfeteke dîrokî ye. Biryara PKKyê ya ji bo rawestandina têkoşîna çekdarî û xwefesihkirinê, ber bi aştiyê ve gaveke wêrek û dîrokî ye. Ev gav ji bo bidawîkirina pevçûn û bêîstîqrariya demdirêj a li herêmê derfeteke mezin pêşkêş dike.

Di demeke wisa de ku li çar aliyê cîhanê şer û pevçûn zêde dibin, biserketina vê pêvajoya aştiyê ne tenê ji bo Kurdan û gelên Tirkiyeyê lê di heman demê de ji bo Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê jî rênîşander e.

Encamên ku ji nîqaşên konferansê hatine derxistin ev in:

1.Wekî ku di biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê de jî hatiye diyarkirin, em rêziknameyên zagonî yên ku Mafê Hêviyê nas dikin û azadiya Ocalan gengaz dikin, ji bo aştiyeke birûmet wekî şert dibînin. Heta Mafê Hêviyê bê bicihanîn, divê gihîştina berhemên rewşenbîrî yên Ocalan û têkiliya akademîsyen û rewşenbîran bi Ocalan re bê misogerkirin. Divê Girava Îmraliyê ji sembola tecrîdê bê dûrxistin û bibe deriyek ji bo aştî û siberojeke azad a Tirkiyeyê. Axir divê hemû şert û mercên tecrîdê yên li Îmraliyê bi tevahî bên rakirin.

2.Em bawer dikin ku divê şer û pevçûn bi rêbazên siyasî bên çareserkirin, diyalog û danûstandin rêya herî guncan e ji bo bidestxistina aştiyeke mayînde. Li gorî biryara 1325an a Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî, em diyar dikin ku divê jin di danûstandinên aştiyê û pêvajoyên çareserkirina şer de roleke çalaktir bilîzin.

3.Em nêrîna Abdullah Ocalan dipejirînin a ku diyar dike ku modela netew-dewletê newekheviya civakî, serdestiya li ser bingeha zayendî û wêrankirina jîngehê kûrtir dike û em girîngiya pêşxistina modelên ku beşdariya wekhev ji bo jinan garantî dikin, demokrasiya herêmî xurt dikin û piştgiriyê didin hevjiyana aştiyane ya civakên cuda ducare dikin.

4.Wekî ku di ezmûnên çareserkirina şer ên li çar aliyê cîhanê de jî tê dîtin, bi awayekî lezgîn pêdivî bi veguherîna qanûnî heye. Di vê çarçoveyê de, em bawer dikin ku Tirkiye pêdivî bi peymaneke civakî ya nû û demokratîk heye ku hemû gel, bawerî û nasnameyan li ser bingeha hemwelatîbûna wekhev dihewîne. Peymaneke civakî ku tu beşekê ji civakê veder nake, dê tundiya li Tirkiyeyê bi tevahî ji holê rake.

5.Wekî di mînakên Başûrê Afrîkayê, Îrlanda, Herêma Baskê û Katalonyayê de hatiye nîşandan ku di seranserê konferansê de hatin nîqaşkirin, divê rêbazên hişk û navendî yên ku dibin sedema pevçûnan, bi rêbazên ku yekîtiya civakê çêdikin û tundiyê ji holê radikin bên guhertin. Modelên rêveberiya herêmî li Tirkiyeyê divê hem di asta siyasî de û hem jî di asta civakî de bên nîqaşkirin. Em diyar dikin ku divê di çarçoveya van nîqaşan de qanûnên ku rêveberiyên herêmî xurt dikin bên derxistin.

6.Em helwesta erênî ya Parlamentoya Ewropayê destnîşan dikin, lê belê divê Yekîtiya Ewropayê roleke çalaktir û hîn çêker bilîze. Em bi bîr tînin ku eger pêwîst be û bi razîbûna hemû aliyan, Yekîtiya Ewropayê dikare wekî navbeynkar an garantor beşdarî pêvajoya aştiyê bibe.

Ji bo paşeroja aştiyê û veguherîna demokratîk a li Tirkiyeyê, di çarçoveya qanûna aştiyê de, di serî de azadiya Abdullah Ocalan û girtiyên ji doza Kobaniyê û azadiya hemû girtiyên siyasî, ne qenciyek an tercihek e, ev pêdiviyeke dîrokî û qanûnî ye. Tecrîda giran a ku ji 26 salan zêdetir e hatiye ferzkirin, bi qanûnên neteweyî û navneteweyî re li hev nake. Em bangî Tirkiyeyê dikin ku li gorî erkên xwe yên di warê mafên mirovan û hiqûqa mirovane de tevbigerin.

Em vê beyannameyê wekî gaveke dîrokî ber bi aştiyeke mayînde ve dibînin û bangî hemû aliyan dikin ku berpirsiyariyên xwe bi cih bînin. Em dê pêşveçûna pêvajoyê bişopînin û hêviya xwe ya ji bo veguherîneke ber bi civaka demokratîk û berfireh ve bi biryardarî biparêzin.

Beşdarên Navneteweyî yên Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst