Ayşegul Dogan: DEM Partî hem partiya Tirkiyeyê û hem jî partiya Kurdan e

23-04-2024
Nîşan Ayşegul Dogan DEM Partî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Doganê diyar kir ku DEM Partî hem partiya Tirkiyeyê ye hem jî partiya Kurdan e.

Ayşegul Doganê li ser encamên civînên meclisa partiyê û Komîteya Rêveberiya Navendî civîneke çapemeniyê li dar xist.

“DEM Partî bû heviya vî welatî”

Ayşegul Doganê eşkere kir ku wan di civînê de nexşerêya xwe diyar kiriye û wiha got:

“Dildarên kampanyaya DEM Partiyê tevî hemû zextan jî xebatên xwe yên li ser hilbijartinê domandin.

Di encama vê xebat û têkoşînê de DEM Partî bû heviya vî welatî.

Bû heviya welatekî demokratîk, azad û birûmet.

Li Kurdistanê leşker û polîs tev xistin hilbijartinan û wan xwest bi dek û dolaban encamê bistînin lê tevî hemû fêlan jî gel dengê xwe da DEM Partiyê.

Gel ji rejîma otorîter re got ‘Bes e.’”

“Hevî bi ser ket”

Ayşegul Doganê di berdewamiya axaftina xwe jî de da zanîn ku di vê hilbijartinê de hat dîtin ku DEM Partî hem partiya Tirkiyeyê û hem partiya Kurdan e û wiha got:

“DEM Partî hem partiya Tirkiyeyê ye û hem jî partiya Kurdan e.

Partiya ciwan, jin û bendestan e. Partiya xwendekar û karkeran e.

Partiya hemû beşên civakê ye. Ji ber vê yekê hevî bi ser ket.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst