Hewlêr (Rûdaw) - Li Rojavayê Kurdistanê ji ber hişkesaliyê pez û ajeldar dinalin.
Ajeldar dibêjin hişkesalî û giraniya êm bandoreke mezin li pezê wan kiriye û ew bi hêvî ne aliyên pêwendîdar piştgiriya wan bikin ku ev sektor çavkaniya jiyana malbatên wan e.
Ajeldar Meter Fedxemî got:
“Derbarê ajeldariyê pêwîstiya me bi piştgirî û vekirina deriyan û nehiştina gumrikê heye.
Li gel rakirina cezayan ti bandor li bazarê nebûye, ez bi xwe bazirganê êm û ajeldar im, bazar gelekî xirab e, kesek nikare pez bikire.
Berxek di navbera 400 heta 450 hezar lîreyên Sûrî de ye.
Divê derî di navbera herêman de bên vekirin û gumrik nemîne heta ku rewş baş bibe.
Her wiha divê piştgiriya ajeldariyê di warê êm û dermanan de bê kirin.
Eger aliyên pêwendîdar destêwerdanê nekin dê ajeldarî û ajeldar gelekî bixesirin.”
“Me heta niha wekî îsal hişkesalî nedîtiye”
Ajeldar dibêjin wan qet wekî îsal hişkesalî nedîtiye û ji ber giraniya êm û ceh nikarin pez û ajelên xwe wekî tê xwestin xwedî bikin.
Ew bangî aliyên pêwendîdar dikin ku alîkariya wan di warê dabînkirina êm û vekirina rê û deriyan di navbera herêmên Rêveberiya Xweser û herêmên din ên Sûriyeyê de bikin.
Ajeldar Felah Mixlif jî got:
“Tu bi çavê xwe dibînî bazara pez bi tevahî rawestiyaye û rewşa xelkê xirab e.
Hat gotin ceza rakirin û dolar dê dakeve lê daneket.
Wek vê salê me hişkesalî nedîtiye û hemû rê û derî li derdora me girtî ne û bi ser de gumrik jî heye.
Em di rewşa tunebûnê de ne. Di dema ku berx li ba ajeldaran nemaye û tenê li ba bazirganan heye, niha pezek bi 70 dolarî ye.
Eger tu wê êm bikî tu dikarî bi heqê êmê pezeke din bikire.”
Li gorî amarên fermî berî şerê navxwe yê Sûriyeyê li Rojavayê Kurdistanê milyonek û 636 hezar serî pez hebûn.
Lê niha tenê di navbera 700 hezar heta 750 hezar serî mane û ew jî niha ji ber hişkesaliyê di bazineya metirsiyê de ne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse